ROJEVA 6’YÊ NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 6 Nîsan 2020
  • Rojev
*Jinên Efrînê  yên ku li navçeya Şêrewa ya Efrînê bi cih bûne, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundên wan bertek nîşan dan û ev tişt gotin: ” Êrîşên dewleta tirk heya vê kêliyê  jî li ser gundên me didome, berxwedana me li hember hemû cureyên dagirkeriyê, wê bidome.” BI DÎMEN
 
*Jin û dayikên Navçeya Til Temirê di dema qedexeya derketina derve de bi komên biçûk, giyayên çolê berhev dikin û çanda dengbêjiyê zindî dikin. BI DÎMEN
 
*Endamên Nexweşxaneya Kobanê nêrînên xwe di derbarê tedbîrên ku li hemberî belavbûna Vîrûsa Korona li herêmê girtine anîn ziman û gotin: "Me gelek tedbîr girtine lê pêwîst dike gel jî zagonên Rêveberiya Xweser pêk bînin." BI DÎMEN
 
Der barê girankirina tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de siyasetmendara kurd û parlementera HDP'ê ya berê Nursel Aydogan axivî. Nurselê diyar kir ku hikûmet di şexsê Abdullah Ocalan de demokrasiyê îzole dike û got:" Heta ku îktîdara  AKP û MHP bi dawî nebe, wê tecrît jî bi dawî nebe. Krîza aborî û siyasî bi tecrîtê re girêdayî ye.  Li Tirkiyeyê îktîdarên ku nikarin pirsgirîka kurd çareser bikin mehkumî tunebûnê ne."
 
*Xebatkarên tendurustiyê ên ku bi KHK’ê  ji kar hatine durxistin gotin ku ew  rexmê van bê dadiyan ji bo xizmeta gel amade ne. Hîvda Aksoy got ev xebat soza wan e û got ku çi ji destên wan were ew ê pêk bînin. Li gel wê Gulhan Tekîn jî diyar kir  ku bi durxstina ji kar re wan xebatên xwe nedane rawestandin û heta niha jî di  xizmeta gel de ne.
 
*Li Tirkiyeye piştî ku vîrusa koronayê belav bû, ji ber ku girtîgeh di xeterê de ne malbatên girtiyan jî ketin nav fikaran. Malbatên girtiyan anîn ziman ku ji ber vê nexweşiyê rewşa girtîgehan di xeterê de ye û wiha gotin: “Ji ber vê şewba vîrusê ku belav dibe em ji rewşa girtiyan bi fikar in. Em banga bila girtiyên siyasî jî bên berdan dikin. ” BI DÎMEN
 
*Endamên Platforma Jinan a Hatayê diyar kir ku di pêvajoya li dijî vîrusa korona bangên ‘li malê bin’ tên kirin de 21 jin hatine qetilkirin û got: “Ev bang girîng bin jî ji bo jinan bi fikar in. Li malê mayîn dikare vîursê bide sekinandin lê şîdeta li malê zêde dike. Divê tedbîrên pêwist bên girtin.”
 
*Civaknas Aslihan Şedal a li Komeleya Jinan a STAR ya Wanê li dijî her cureyê şîdeta li ser jinê xebatan dimeşîne balkişand ser şîdeta li ser jinê ya bi vîrusê re zêde bûye û got: “Jin herî kêm bi qasî vîrusê, bi şîdeta mêr ya bi xeter e rûbirû ne. Jinên şîdet li wan hatiyekirin an jî îhtîmala ku pê re bên rû hev, bila xwe bigihînin me.”
 
*Kesên temenê wan 60 û di ser temenê 60’î de ku ji ber vîrusa korona nikarin derkevin, ji bo wan girîngiya xizmeta li malê zêdetir dibe. Zahîde Ataş û Şahîbe Gerçek yên li Çewlîk û Amedê li malên xwe tenê dijîn û nexweşên kronîkin, diyar kirin ku di pêvajoya vîrusê de xizmeta tenduristiyê nikarin bigirin.
 
*Xwendekara Zanîngehê Tuba Kiliç diyar kir ku ji ber navber dane perwerdê di dersan de pirsgirêkan dijîn û got: “Nezelaliyek heye. Ji ber vîrûsê biryara rawestandina dibistanan hat dayîn. Lê wê ev valahî çawa bê tijekirin em nizanin.”
 
* Arkeolog Merve Kaçmiş li Muzeya Zeugma dixebitî û întîxar kiribû. Îfadeyên dozgeriyê yên di dosya wê de derketin holê. Hevalên xebatê yên Merveyê diyar kirin ku midûr E.O. Merve tehdîd dikir ku berhemên nehatine jimartin bên zîmetkirin.
 
*- Elîf Kisa ku girtiya nexweş e û 4 mehe girtiye, diyar kir ku şertên girtîgehê nebaşin û wiha got: “Em gelên Tirkiyeyê divê li dijî neheqiyê derkevin. Dawiya tirsê tüne ye. Divê em netirsin. Em tiştên şaş nakin.”