439 girtiyên li Êlihê sewqî Amedê hatin kirin
- 14:54 5 Nîsan 2020
- Rojane
ÊLIH - Hat diyarkirin ku girtiyên Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê sewqî Amedê hatine kirin.
Girtiyên Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê do dest bi raperînê kiribûn a şewat derxistibûn. Malbatên girtiyan çûbûn ber girtîgehê. Îro îdareya girtîgehê daxuayanî da û diyar kir ku 439 girtiyên li Êlihê sewqî Amedê hatin kirin.