3 kesên li Kampa Newrozê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan

  • 14:40 5 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê li konekî soba gazê teqiya, di encamê de 6 zarokan û jinekê jiyana xwe ji dest da. Birîndar jî li nexweşxaneya Hesekê têne dermankirin, rewşa yekî xeternak e.
 
Duh li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê saet dora 6’ê êvarê agir bi konê 2 malbatên koçber ên ji bajarê Serêkaniyê ket, kon bi temamî şewitî û soba gazê jî teqiya.
 
Kesên di şewatê de birîndar bûbûn, rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê û zarokên bi navên Mihmed Sacir (7), Miyeser Sacir (4), Diyana Sacir (10), Esed Sacir (8 mehî) û zarokê malbata li konê din Ehmed Xelîl (2) û diya wî Sureya Hemûd (35) jiyana xwe ji dest dan.
 
Ji bijîşkên Nexweşxaneya Gel a Hesekê Enter Sîno ji ANHA’yê re axivî û wiha got: "Piraniya kesên şewitîne û anîne nexweşxaneyê, şewata wan di rêjeya 2 û 3’yan de ye an ku kûr çûye, nexweşxaneyê kesên şewitîne pêşwazî kirin û rewşa her yekî ji wan wiha ye; Mihemd Hamid ji sedî 20 şewitîye û ji nexweşxaneyê hate derxistin, Ehmed Hamid ji sedî 90 şewitiye, vê sibê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, Sureya Hemûd jî ji sedî 90 şewitiye û wê jî derdora saet 3’yê sibê jiyana xwe ji dest da."