Gelê Aşûrî Cejna Şanîn li mala xwe pîroz dike

  • 11:37 5 Nîsan 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Yekşema yekemîn ji heyva Nîsanê cejina gelê Aşûr a Şanîn e, Gelê Aşûrî ê Kantona Hesekê li malên xwe cejina Şanîn ‘Şemiya Şanîn’ pîroz kirin.
 
Virusa Korona li cihanê belav bûye û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dan û li gorî bijîşkan heya niha tu derman jê re nehatiye peydakirin. Rêvberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina gel biryarên qedexkirina çûyîn û hatinê pêk anî.
 
Gelê Aşûrî ên Kantona Hesekê ji bo rê li ber nexweşiya Koronayê were girtin, limêja cejna Şanîn li malên xwe kirin, hêvî û daxwazên xwe  xwestin.
 
‘Xwe biparêze û civaka xwe biparêze'
 
Dayika bi navê Madlên Ishaq ku ji pêkhateyên Aşûrî ye hêvî û daxwazên xwe anî ziman û wiha got: "Hêvî û daxwazên me ku ev nexweşî bi dawî bibe ye, îro her malbatek li malên xwe limêja xwe dike û Cejna Şanîn pîroz dike, beriya vê nexweşiyê me limêja xwe li dêrê dikir û me cejna xwe pîroz dikir, ji bo ku em jî bikaribin rê li ber belavbûna Vîrusa Koronayê bigirin em li malên xwe dimînin û limêja xwe û cejna xwe pîroz dikin."
 
Madlênê got:” Ji bo ku em hev ji nexweşiya Koronayê biparêzin, em cejna xwe di riya telefonan de li heval û dostên xwe dikin.”
 
Madlên axaftina xwe wiha bi dawî kir:”Pêwist e her kes li malê xwe bimîne, da ku rê li ber vê nexweşiyê were girtin, xwe biparêze, malbat û civaka xwe jî biparêze .” 
 
Gelê Aşûrî her sal wekî vê rojê berê xwe dide Dêrê da ku bi hev re limêja xwe bikin, lê îsal ji bo ku rê li ber belavkirina Virusa Koronayê bigirin her kes limêja xwe û cejna xwe li mala xwe pîroz dike.