'Jin di pêvajoya koronayê de li malê bê parastin tên hiştin'

  • 09:10 5 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Endamên Platforma Jinan a Şahmaranê bal kişandin ser şîdet û kuştina jinê û got: "Piştî belavbûna vîrûsa koronayê bangewaziyên 'li malê bimînin' tên kirin. Lê ligel bangewaziyê ji bo parastina jinê tiştek nayê kirin."
 
Li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinê ji sedî hezar 400 zêde bûn û her roj 4 jin tên kuştin. Kuştin û şîdeta li hemberî jinê herî zêde li malê ji hêla naskiriyên xwe ve tên kirin. Niha ji ber vîrûsa koronayê bangewaziyên 'li malê bimînin' tên kirin. Ligel bangewaziyan ji bo parastina jinê tiştek nayê kirin. Ev tişt rîskek mezin e. Endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Merdînê bal kişandin ser şîdeta li hemberî jinê û gotin divê tedbîrên giştî li hemberî şîdet û kiştina jinê bê girtin. 
 
‘Li hemberî daxwazên jinan şerek hat destpêkirin' 
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê Eylem Amak, destnîşan kir ku bi belavbûna vîrûsê re welatiyên xizan koma herî bi rîsk in û got: "Welatiyên xizan bêtir ji vê pêvajoyê mexdûr bidin û hikûmet jî tenê alîgirê sermeyaderan e. Her wiha tişta herî girîng jî li hemberî jin û mêran de jî bi xwe newekheviyeke mezin heye. Ji ber ku hikûmet tu tedbîr negirt tenê bangewaziya 'li malê bin' dike. Lê kuştin û şîdeta li hemberê jinê jî zêdetir li malê derketin holê. Em dixwazin Qanûna 6284'an bê pratîzekirin û lê belê li hemberî daxwaza me şerek tê îlankirin. Divê tedbîrên ku li hemberî vîrûsê tên girtin li dijî şîdeta li hemberî jinê jî bê girtin."
 
‘Jin bê parastin hatin hiştin' 
 
Endama Platformê Melîke Bîsîkletçîler, destnîşan kir ku hikûmet di serî de girîngiyê dede aboriyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Polîtîkayên hikûmetê netê li ser aboriyeyê. Di vê pêvajoyê de rewşa jin û zarokan di xeterê de ye û polîtîkayek nayên afirandin. Jin ji hêla naskiriyên xwe ve bi şîdet û kuştinê re rûbirû dimînin. Ji ber vîrûsa koronayê jî bi hezaran jin li malên xwe bê parastin hatin hiştin." 
 
'18 jin hatin kuştin' 
 
Melîke di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna hejmara zêde bûna şîdeta li hemberî jinê û got: "Di pêvajoya vîrûsa koronayê de li Tirkiyeyê 18 jin hatin kuştin û bi sedan jîn jî bi şîdeta fizîkî, zayendî û psîkolojîk re rû bi rû man. Herêm û welat êdî ferk nakin û her ku diçe li her deverê kuştin û şîdet zêde dibin. Lê belê di vê pêvajoyê de ji bo parastina jinê tedbîrên cidî nayên girtin."