4'ê Nîsanê li Şengalê hat pîrozkirin
- 19:36 4 Nîsan 2020
- Rojane
ŞENGAL - Bi minasebeta 4’ê Nîsane li Şengalê ji hêla endamên Çand û Hunerê ya Şengalê ve pîrozbahî hat lidarxistin.
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, endamên Çand û Hunerê ya Şengalê bernameyeke pîrozbahiyê li dar xistin.
Di bernameya pîrozbahiyê de derbarê wateya rojê de axaftin hatin kirin û wiha hat gotin: "Bi saya Rêber Apo gelek guherîn pêk hatin. Jin û civak bi saya fikir û ramanên Rêber Apo bûn xwedî nasname. Pergala kapîtalîs her tim bi her awayî li ser ciwanan bi bandor e. Lê ciwan bi pîvanên moderniteya demokratîk xwe perwerde dike û xwe diguherîne."
Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranên endamên Çand û Hunerê ya Şengalê dom kir.