'Bi rihê 4'ê Nisanê em ê Serok Apo azad bikin'

  • 18:13 4 Nîsan 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
ŞEHBA - Bi boneya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Efrînê yên ku divê rojê de dar çandin axivîn û gotin: "Rojbûna Rêber Apo roja vejîkirina jiyanê ye, em ê ji bo azadiya Rêber Apo her têbikoşin."
Bi boneya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şaredariyên gel ên Efrîn û Şehbayê ji ber vîrûsa Korona bi komên biçûk pîrozbahiyek li dar xistin û dar çandin. Pîrozbahî li navçeya Fafîn, Ehras, kampa Berxwedan û Til Sûsin a Şehbayê hate lidarxistin. Her wiha bi boneya vê rojê li gundê Til Sûsin a navçeya Ehdas park hat vekirin. Ji bo vê rojê jinên Efrîn û pêkhateyên din hêstên xwe parvekirin.
 
'Em ê her jiyanê zindî bikin'
 
Rêveberiya Komîteya Jin a şaredariya gel a herêma Efrînê Zehrîban Hisên rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Em vê rojê di despêkê de Rêber Apo û hemû gelê azadîxwaz pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo jiyana me nûjen kir. Me li gundê Sûsin a Şehbayê bi boneya vê rojê parkek vekir û dar ji bo vê rojê çand, ji ber çandina daran sembola nûkirina jiyanê ye. Hêviya me ew e ku em sala bê bi Rêber Apo re vê rojê pîroz bikin." 
 
'Rojbûna Rêber Apo wateyek cuda dide jiyanê'
 
Rêveberiya Kongreya Star a kampa Berxwedan a Şehbayê Erîfe Bîlel hestên xwe wiha parvekir: " Roja zayîna Rêber Apo li tevahî cihanê û bi taybet li jinan pîroz be, di vê rojê de me li kampa Berxwedan dar çandin, dewleta tirk a dagirker li herêma Efrînê her roj daran qut dike û dişewitîne, lê em jî weke gelê Efrînê li Şehbayê daran diçînin û jiyanê dixemilînin."
 
'Bi rihê 4'ê Nisanê em ê Serok Apo azad bikin'
 
Jina ji pêkhateya tirkman a ku li Şehbayê dijî, ya bi navê Menel Şêxo ji bo vê rojê hêstên xwe wiha anî ziman: "Îro ji bo Rojbûna Rêber Apo em hemû jinên ji pêkhateyên ereb, tirkman û kurd li vir kombûne û bi yek destî daran diçînin, ji ber rojbûna Rêber Apo roja zayîna mirovahî, azadî û aşîtiyê ye."
 
'Sala bê li Efrînê Rojbûna Serok  Apo em ê pîroz bikin'
 
Jina bi navê Bêrîvan Ehmed jî wiha hestên xwe anî ziman û got: "Em vê rojê li hemû cîhanê pîroz dikin, ez dibêjim tu carî ev rewş û derketina vîrûsa Korona wê nebe asteng li hember pîrozkirina vê rojê û îro em jinên kurd û hemu pêkhateyên Şehbayê bi yek destî  rê li hember dagirkeriyê bigirin û Rêber Apo ji nav çar dîwaran rizgar bikin, sala bê em ê tev Rêber Apo li Efrînê  Rojbûna wî pîroz bikin. "
 
'Ji bo Rêber Apo em ê her xebat bikin'
 
Jina bi navê Hecer Miho jî wiha hestên xwe nîşan da: "Zindana îmraliyê ne cihê Rêber Apo ye, roja 4'ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz dikin, her wiha em bang li tevahî dewletên navneteweyî dikin ku bi erkê xwe ya mirovahî û exlaqî rabin û Rêber Apo ji zindanê rizgar bikin. Ji bo Serok Apo em ê her xebat bikin û li kolanan bin."  
 
Pîrozbahiyên ku hatine li dar xistin bi gerandina govendê bi dawî bû.