Li Rihayê bi çandina dara zeytûnê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
- 16:33 4 Nîsan 2020
- Rojane
RIHA - Rêveberên HDP'ê yên Rihayê bi minasebeta 4'ê Nîsanê dara zeytûnê çandin.
Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê bi wesîleya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dara zeytûnê çandin.
Ji ber vîrûsa koronayê hemû bernameyên pîrozbahiyê hatin betalkirin. Gel ligorî şert û mercên xwe 4'ê Nîsanê pîroz dikin. Li Rihayê endam û rêveberên HDP'ê bi wesîleya rojê dara zeytûnê çandin û gotin: "Bi hêvîne ku ev roj bibe wesîleya rojên aram û aştiyê."
Çalakî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.