Mamosteyên li Mexmûrê 4'ê Nîsanê pîroz kirin

  • 16:24 4 Nîsan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Mamosteyên li Wargeha Mexmûrê bi wesîleya 4'ê Nîsanê pîrozbahî li dar xistin û gotin heta serkeftinê bi dest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ji aliyê mamosteyên wargehê ve li lokala mamosteyan pîrozbahî hat lidar xistin û daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê mamoste Edîbe Pakso ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser wateya 4'ê Nîsanê û wiha hat gotin: "Em vê rojê di serî de li Rêberê xwe pîroz dikin û li tevahî gelên bindest û Gelê kurd pîroz dikin. Kurdistana me ya ku bûye dayika mirovahiyê û mirovatî piştre kirin dojeh û bi xwînê sor kirin. Dem bihare, li esmanê welatê me ewirên baranê xuya dikin û birûskan vedidin, dagirkeran jî ji tirsan de tiliyên xwe xistin guhên xwe. Êdî dem hatibû; baranek zêde barî û agirê dojeha dagirkeran vemirand. Di 4'ê Nîsan ê de gul bişkivî û behna xwe li ezmanê welat veda û her ku diçe mezin dibe.
 
Em soz didin em ê heta serkeftinê doza xwe bimeşînin. Em ê bi hemû hezkirinên xwe ve rêya Rêberê xwe bişopînin û Rêberê xwe di dilê xwe de bidin jiyandin. Em bang li tevahî cîhanê û raya giştî dikin ku xwedî li erkên xwe derkevin. Divê Rêberê me rojekê ji berî rojekê zutir azad bibe.”
 
Daxuyanî bi diruşmeyên wekî “Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe.” Bi dawî bû.