Xizmên windayan: Divê heqîqet derkevin holê

  • 15:23 4 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan, ji ber vîrûsa koronayê çalakiya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî pêk anîn û daxwaz kirin ku aqûbeta windayan bên aşkerakirin. 
 
Çalakiya xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ket hefteya 582’emîn. Ji bo çalakiya ku ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî girseyî nayê lidarxistin, ji aliyê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gelek welatên ku bi darê zorê windabûn li wan çêbûne, heqîqet derketine holê û bi raboriyê re rûberîhevketin çêbûye û bi vê yekê êşa xizmên windayan û civakê hatiye kêmkirin. Di berdewama daxuyaniyê de windayên qirkirina ermeniyan, Dersimê û Darbeya 12’ê Îlonê hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku li gorî me xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan çareseriya aqûbeta windayên bi darê zorê derxistina heqîqetê ya holê û rûberîhevketina raboriyê ye.
 
Di dawiya daxuyaniyê de aqûbeta Aydin Tekay ku di 11’ê nîsana 1984’an de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Di daxuyaniyê de çîroka windabûna Aydin hat parvekirin û ji bo pêkanîna edaletê hat daxwazkirin ku kujerên wî bên dîtin.