Li kampa Newroz a Dêrikê şewat derket
- 14:43 4 Nîsan 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Li kampa Newroz ya bajarê Dêrikê ku koçberên Efrînê û Serêkaniyê li dimînin, şewat derket.
Şevê din li kampa Newroz a bajarê Dêrikê ya kantona Qamişloyê ku şêniyên koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî, lê dijîn, bi sedema teqîna sobeya gazê şewat derket. Di encamê şewatê de agir bi konê şêniyên Serêkaniyê ket 5 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan, her wiha 4 kes jî rakirin nexweşxaneya Hesekê û niha tên derman kirin.
Hêjaye gotinên ku rewşa birîndaran niha başe.