Bi minasebeta 4'ê Nîsanê li Wargeha Waşokanî dar hatin çandin

  • 14:34 4 Nîsan 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Meclîsa Wargeha Waşokanî li wargehê dar hatin çandin.
 
4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan e, bi boneya hatina vê rojê Meclîsa Wargeha Waşokanî li wargehê dar çandin. 
Hevseroka Meclîsa Wargeha Waşokanî Macda Emîn axivî.
 
Macda, di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Em dixwazin 4’ê Nîsanê Roja azadiyê pîroz bikin, bi minasebeta vê rojê 10 dar me li kampê çandin. Ev roj ji bo me jinan girîng e. Tu şoreş ji bo azadiya jinê tevnegeriya ne. Lê  Rêber Apo dîroka Kurdan bi pênûsa jina azad nivsand. Roja 4’ê Nîsanê cejna hemû jin û gelên azadîxwaz e ."