4'ê Nîsanê li Cizîr û Silopiyê hat pîrozkirin

  • 14:28 4 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Bi minasebeta 4'ê Nîsanê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Cizîr û Silopiyê pîrozbahî li dar xistin. 
 
Bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeyên Cizîr û Silopiya Şirnexê, bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê pîrozbahiyek hat lidarxistin. 
 
Pîrozbahiya li Cizîrê li avahiya Rêxistina HDP'ê pêk hat û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên wekî “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” hat berzkirin. 
 
Li navçeya Silopiyê jî bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên HDP'ê li avahiya HDP’ê pîrozbahî pêk hat.