Li Şehbayê xebatên li dijî koronayê bi şev û roj didomin

  • 14:16 4 Nîsan 2020
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Li Kantona Şehbayê ligel derfetên kêm li dijî vîrûsa koronayê Maseya Krîzê hat avakirin. Endamên Maseya Krîzê destnîşan kirin ku heta niha tu alîkarî nehatiye dayîn û di dîtina malzemeyên tenduristiyê de jî pirsgirêkan dijîn. 
 
Vîrûsa korona (Covid 19) ku yekem li Çînê rû da û li tevahiya cîhanê belav bû. Li gelek welatan li dijî vîrûsê tedbîr hatin girtin. Li Kantona Şehbayê jî tedbîr hatin girtin. Ji ber aloziya Sûriyeyê konton di bin dorpêçe de bû û ji ber vê jî di girtina tedbîran de pirsgirêk hatin jiyin. Li gorî derfetên heyî tedbîr hatin girtin û ji bo pêkanîna wê gelek endamên Komînên Şehbayê û Xweseriya Demokratîk bi awayekî dilwazî ketin tevgerê. Têkîldarê mijarê Endamên Maseya Krîzê û Komînên Şehbayê nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Li Şehbayê Maseya Krîzê hat avakirin' 
 
Hevseroka Desteya Şaredariya herêma Efrînê Melek Hisên balkişand ser xebatên ku li dijî vîrûsa korona hatin kirin û wiha got: "Vîrûsa korona li tevahî cîhanê belav bû, Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê bîryara avakirina Maseya Krîzê girt. Maseya Krîzê ji hevserokên desteya tenduristî, şaredarî, hevserokên Kantona Efrîn û Şehbayê pêk tên. Li Şehbayê kombûnên mezin, çalakî, merasîm, ji bilî dikanên şîngahiyan, dermanxane, nexweşxane û hêzên ewlekarî hemû tevger hatin sekinandin. Her wiha hatin û çûnyîna bajêr jî hatin qedexekirin. Kel û pelên ku li derve tên teslîmê cihên eleqedar dikin û piştre derbasî nava bajêr dibin. Desteya tenduristiyê jî ji bo rewşên awarte du ambûlans amade kirin."
 
'Hemû gund, navçe û bajêr hatin dezenfegtekirin'
 
Melek di dewama axaftina xwe de balkişand ser karê şaredariyê û wiha domand: "Bi pêşengtiya şaredariyê hemû gund, navçe û bajarê Şehbayê hatin dezengfektekirin, heta 6 mehan jî wê bidome. Her wiha broşurên ku xeteriya vîrûsa korona pênase dike hemû deran hat daliqandin. Erebeyek ji bo her roj di nava taxan digere û derbarê vîrûsê de gel hişyar dike. Komîteya buhabûna şîngahî û pêdiviyan kontrol dike hatin avakirin. Rejîma Sûriyeyê xwe berpirsiyarê parastina gelên li Şehbayê nabîne û her wiha tu saziyên cuda alîkarî neda gelê koçber ên Efrînê."
 
'Li malên xwe bimînin' 
 
Endama Komîna gundê Telqireh Medya Ehmed jî diyar kir ku gelek tedbîr hatin girtin û wiha axivî: "Me yekser noqteyên xwe parastinê ji bo gelê xwe ava kir. Hemû erebeyên ku derbasî noqteyan dibin nîqaş bi wan re tên kirin û xeteriya vîrûsê tên vegotin. Hinek caran em pirsgirêkan dijîn, gel dixwazin ji bo pêwistiyên xwe derkevin derve. Em li vir carek din bang dikin ku li malên xwe bimînin û xwe ji vîrûsa koronayê biparêzin."
 
'Divê gel xwe ji vîrûs biparêz e' 
 
Endama Komîna navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê Fatma Mihemed jî bal kişand ser karê komînan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî berfirehiya Şehbayê noqteyên parastinê tê danîn. Alav û amûrên tenduristî gelek kêm in û ew jî bi xwe re zehmetiyan tînê. Divê gel xwe biparêze heta ku vîrûs bi dawî bibe."
 
'Amûrên tenduristiyê nagihijin destê me' 
 
Hevseroka Desteya Tenduristî ya herêma Efrînê Hêvîn Hisên li ser xebata tenduristiyê sekinî û wiha axivî: "Em li gor derfetên heyî li ser xeteriya vîrûsê disekinini û gelên xwe hişyar dikin. Em li gorî presedurên tenduristiyê tevdigerin û alîkariyê didin gelê xwe. Bi salane Şehba di bin dorpeçê de û ji ber vê jî em bi destxistina amûrên tenduristiyê de zehmetiyan dijîn. Li gor biryarên Reveberiya Xweser rêyên di navbera Şehba û Helebê hatin girtin, kesên ku derbasî Şehbayê jî dibin jî 14 rojan dikevin karantînayê. Du erebeyên ambulansê ji bo rewşa awarte hatine amadekirin. Heta niha li Şehbayê vakayên vîrûsa korona nehatiye dîtin, lê ji bo tedbîran em ê cihek jî amade bikin."
 
'Heta niha li dervê tu alîkarî nehat dayîn' 
 
Hêvînê girêdayî alîkarî dayîna Şehbayê ji milên peywendîdar nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di nav metirsîna koronayê de tenê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê derbasî Şehbayê bû, agahiyên li ser amadekariyên nexweşxane û derfetên heyî girt, lê tenê di asta gotinan de man. Her wiha Rejîma Sûriyeyê jî heta vê kêliyê jî tu alîkarî nedaye. Banga me ew  e ku gelê me li mala xwe bin. Ger rewşên awarte hebin li navçeya Ehdas û Fafînê reqema nexweşxaneya Avrîn bigerin û reqema me jî ew e '0993216830'. Navçeya Ehrez, Til Rifet û Şêrewa jî reqema 0998924420' bigerin. Dema rewşa awarte çêbû bê ku gel ji mala xwe derkevin van reqeman bigerin wê ambulans di kêliyê de bighêje li gel wan."