Axîn Nûcan: Rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ’ê ji bo me û hemû mirovahiyê, vejînek û şoreşek e

  • 09:16 4 Nîsan 2020
  • Rojane
Ûlkem Bahoz
 
QAMIŞLO - Fermandara YPJ'ê Axîn Nûcan, derbarê 8’emîn salvegera damezrandina YPJ’ê her wiha rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxandinên girîng kir û ev tişt got: "Rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ’ê  ji bo me û hemû mirovahiyê, vejînek  û şoreşek bû. Dema rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ'ê tînin li gel hev, bi xwe re wateya şoreşê derdixîne holê."
 
Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, li Rojhilata Navîn di dîrokê de pelek nû vebû. Bayê şoreşê ku li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geş dibû, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi avabûna xwe re mêzekirina xwe guhert. Yekîneyên Parastina Jinê di 4'ê Nîsana 2013'an de bi awayekî fermî hat avakirin û di demek nêz de ji bo tevahî jinên cîhanê bû hêviyeke mezin.  YPJ'ê li dijî DAIŞ'ê şer kir û şervanên YPJ'ê ji her jinekê ku bi kuştin, zordarî, revandin û jinên ku di bazaran de dihatin firotin, tola wan hildan. 
 
Bi boneya salvegera 8'emîn a Yekîneyên Parastina Jinê, Endama Fermandara YPJ'ê Axin Nûcan bersiva pirsên ajansa me da.
 
We 7 salên têkoşînê li pê xwe hiştin û niha 8'emîn damezrandina YPJ'ê pêşwazî bikin hûn ji bo vê çi dibêjin?
 
Bê guman me 7 sal li pê xwe hiştin û em 8'emîn damezrandina YPJ'ê pêşwazî dikin, salên gelek têr û tijî borî. Em niha û dema borî mêze dikin zehmetî, xweşî, moral, kelecan û manewiyat, hebû. Di van 7 salan de di aliyê rêxistinî, şer, têkoşîn û xwegîhandina di asta pêşengtiyê de gelek xebatên hêja, me derbas kirin. Ji bo me gihandina vê rojê xwedî wateyek wê pir cuda heye. Bê guman di despêkirina biharê de bi xwe re îfadeyek nûbûnê dike. Her wiha 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê gelan Rêber Apo ye. Em vê rojê bi taybet li Birêz Ocalan û Gelê Kurd, pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo ji bo me û hemû mirovahiyê re vejînek bû. Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê azadîxwaz şoreşek bû. Ji bo jinan ev roj wateyek wê pir cuda heye, ji ber ji bo jinan rojbûna Rêber Apo şewiq dayinek, rênîşandayinek, ji taritiyê derketin û berê xwe dayina rastiyê bû. Bi rasthatina salvegera damezrandina YPJ'ê di roja 4'ê Nîsanê de bi xwe re wateyek pir mezin tîne, ji ber ku avabûna YPJ'ê ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê vejîn û hêviyek bû. Derketina YPJ'ê ji hemû jinên cîhanê re bû mînak.  Em dema Rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ'ê tînin li gel hev dû, bi xwe re wateya şoreşê derdixînê holê. Rojbûna Rêber Apo ji bo gel bû hêviyek û damezrandina YPJ'ê jî ji bo tevahî jinan bû hêviyek. Em Rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ'ê hemû gelan pîroz dikin û banga mezinkirina têkoşînê dikin.
 
We bi xwe jî şahidiya pir kêliyên dîrokî û ku despêkê avabûna YPJ'ê kir, hûn dikarin ji me re behsa rêxistinbûn û sazîkirina YPJ'ê binirxînin?
 
Salên destpêkê, salên şoreşê bûn, şoreşa Rojava ji bo Gelê Kurd derfetek pir mezin bû ku gel azad be û xwe azad bike. Di nava vê şoreşê de ya herî zêde pêwistiya wê bi şoreşê hebû, şoreşê çêbike, xwe bi rêxistin bike  û hêviyên ku bi sedsalan bendê bû û rêya çûyina şoreşê ber bi azadiyê bi pêşengtiya jin wê çêbibe. Ketina vê zanebûnê û xwe bi rêxistin kirin ji bo me derfetek gelek mezin bû. Bêriya ku YPJ were ragihandin, jin her di nava şoreşê û hêzên leşkerî de cihê xwe digirt. Di wê demê de jî bi navê YXG'ê dihatin naskirin. Her ku hejmar zêde bû hêviyên jinan jî zêde bûn. Ji ber vê bi zêdebûna hejmarê û bi heyecana şoreşê hişt ku em rêxistina xweser ava bikin. Her wiha rêxistinkirin jî ewqas hêsan nînbû, ji ber ku zihniyeta destilatdar li ser jinê rêbazên ku jin ji xwe dûr bikeve, bê vîn hiştin û heqîqeta xwe dûr ketin dabû avakirin. Bi zêdebûna hejmar û kelecana civakê re cesaretek mezin çêbû. Hatina jinan di nava YPJ'ê de him tirsek hebû, him jî hêviyek mezin hebû. Di sala 2013'an de yekem tabûr li Efrînê bi navê şehîd Rûken da avakirin, paşê li hemû bajarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tabûr ava kirin. Ev tabûr bi pêşentî û fermandarên wek Roksen, Ronahî, Jînda, Warşîn û bi dehan fermandarên wek wan ku pêşengtiya tabûran kirin. Piştî şehadeta van hevalan ji bo me wek ferman bû ku em têkoşîna xwe xurtir bikin û parastina tevahî jinan bikin. Felsefeya me ya bingehîn parastina tevahî jinan e. 
 
Di roja îro de asta ku hûn gihan bi çi rengî ye tabûrên we di çi astê de ne hûn parve bikin û di heman demê de plansaziyên we ya di vê demê de çi ne?
 
Di van 7 salan de gelek pakrewanên me çêbûn, ev di encama têkoşînek mezin de çêbû. Me wek rêxistin xwe weke hêzek şer nedît, di heman demê de weke hêzek guhertin û veguhertina di nava civakê de dît. Têkoşîna me li dijî zihniyeta desthilatdar, zilamê paşverû, zilamê ku jin nas nake û îrade têk dibe, dewam dikir. Di 7 salan de şerê ku li Rojavayê Kurdistanê çêbûne ji 2013'an heta niha ne tenê wek şervan di heman demê de wek fermandar û hêzên textîk dane nîşandan derket holê. Di heman demê de ruhê fedaîtî wek Arîn, Avesta û Rêvanan jî derketin pêş û ji bo me bûn xet û mînak. Di şexsê fermandar Roksen, Jînda, Zîn, Ronahî û Sara de xeta rast a fermandarî çi ye, derket holê. Em îro dema ku paşeroj û pêşerojê mêze dikin, pir caran em dibêjin em ji ku gihiştin ku derê. Rojên gelek serkeftin û destkeftî tê de hatin çêkirin. Ji bo vê jî dagirker gihiştine vê rastiyê ku ger di şoreşekê de rêxistina jinê zeyif nebe wê tu caran ev şoreş zeyif nebe, em jî dijmin jî divê zanebûnê de ne.  Ji bo demên pêş gelek pilansaziyên me hene ku em hîn rêxistina xwe kûrtir bikin û ji hemû êrîşên ku ji derve bên em bikaribin wek YPJ’ê pêşengtiyekê herî mezin van êrîşan têk binin. 
 
Hûn ê di şert û mercên giran de damezrandina YPJ'ê pêşwazî bikin, mirovahî bi giştî di nava xeteriya Vîrûsa Korona de ye, hûn vê rewşê çawa digirin dest?
 
Ev êrîş li ser mirovahiyê ye. Ev êrîş rêbazek şerkirina pergala kapîtalîzmê ye. Pergala kapîtalîzîm di nava civakê de hêdî bi hêdî hovane û dibe dijminê mirovahiyê. Ev nexweşî jî rêbazê şer e û li gor xuya jî dike kapîtalîzîm li ser civakê her ku diçe xeter dibe. Kesên ku ev êrîş afirandin, ew bi xwe ne û yên ku herî zêde zerar jî dibînin dîsa ew bi xwe ne. Ji bo ku em bikaribin vê êrîşî bi bin bixînin, divê em bi rêxistinkirî bin. Her wiha jiyanek bi disiplîn û êrîşên ku tên çêkirin cidîgirtin pêwist e. Mînaka wê jî li ber çavan e ev êrîş jî li Sînê dest pê kir û bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, lê herî zêde pêşiya vê nexweşiyê jî hat sekinandin welatê çînê bû. Ruxmê gelê çînê li hemû welatan zêde ye û bi disiplînek mezin pêşiva vê vîrûsê girtin. Em jî wek civak ji bo ku bikaribin pêşiya vê nexweşiyê bigirin biryara Rêveberiya Xweser pêk bînin û em wê demê nahêlin ku ev nexweşî di nava axa me de belav bibe.
 
Herî dawî bangawaziya we ji bo 4'ê nîsanê çi ye? 
 
Banga min ji bo hemû jinan ew e ku em têkoşîna xwe mezin bikin, em di ferqa berpirsiyartiyên xwe de bin. Ji ber ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye û bi pêşengtiya jinê em gihîştin vê rojê, ji ber ku êrîş û dagirkerî bi dawî nebûye û têkoşîn ji bo me şertek sereke ye. Ji bo ku em layiqê civaka xwe derbikevin pêwist e em jin di nava hemû saziyan de xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.