'4’ê Nîsanê ji nû ve jidayikbûna ramanê jiyanek nû ye'

  • 09:11 4 Nîsan 2020
  • Rojane
Dîcle Demhat
 
KOBANÊ- Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJ’ê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim axivî û got: "Em 4'ê Nîsanê li tevahî gelan û şervanên berxwedêr pîroz dikin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Suriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployêkî navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirkiyeyê hat kirin. 2011’an de heta roja me ya îro li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî tê meşandin. Malbat û parêzerên wî nikarin biçin serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikin.  Her sal bi şahiyeke mezin 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her derê Kurdistanê, Ewrupa û çiyayên azad dihat pîrozkirin. Di heman demê de jî yekîneyên parastina jin (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de rêxistina xwe ava kirin. Her sal bi şahiyeke mezin 4’ê Nîsanê li gundê Elpelurê yê giredayî Kantona Kobanê  dihat pîrozkirin. Ji ber sedema virûsa Korona (Covid-19) îsal ji bo parastina gel û kombûyin çênebe 4’ê Nîsanê di malan de wê bê pîrozkirin. 
Bi vê munasebetê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herema Firatê Rewşen Haçim di derbarê 4’ê Nîsanê de ji ajansa me re wiha axivî.
 
'4’e Nîsanê ronahiya gelan e'
 
Rewşenê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li tevahî gelê cîhanê û Rojhilata Navîn pîroz kir û wiha pê de çû: "Dema mirov behsa 4’ê Nîsanê dike fikir û felsefa azad tê bîra mirov, eger mirov bixwaze girîngiya 4’ê Nîsanê nas bike pêwist e vegere dîrokê ji ber ku beriya Rêbertî, Gelê Kurd hatibû parçekirin. Tenê ne Gelê Kurd giştî cîhanê gel bindest e. Piştî Rêbertî derket ne tenê Gelê Kurd hemû gelên bindest û her devera cîhanê gel xwedî li mafê xwe derketin. 4’ê Nîsana 1949’an de ronahiyek li cîhanê  vebû, ev ronahî ji bo Gelê Kurd û gelên bindest bû rêya azadiyê. Hemû gelê Rojhilata Navîn di bin felsefaya Rêbertî de pêşeroja xwe dibînin. Çawa dema di tufana Nuh de hz. Nuh derket û gel ji tufanê xilas kir, sersala 19'an de jî Rojhilata Navîn bi teybet jî Gelê Kurd ber bi tunebûyîne ve diçû. Fikir û felsefeya Rêbertî jî di sedsala 19’emin de ji bo gelê Rojhilata Navîn bû ronahiyek. Ji ber wê jî 4’ê Nîsanê ji bo hemû gelê cîhanê xwedî wateyeke. Teybet jî ji bo me gelê Rojhilata Navîn."
 
'Ji bo parastina gelê heremê 4’ê Nîsanê wê herkes mala xwe de pîroz bike'
 
Rewşenê ragihand ku îsal 4’ê Nîsanê wek her salên din nayê pîrozkirin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Wek herêma Firatê ji ber yekemîn dema Rêbertî hatî Kobanê li gundê Elpelurê de ma bû, her sal me li gundê Elpelur ê giredayî Kantona Kobanê 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz dikir. Lê îsal ji ber sedema virûsa Korona (covid-19) hemû şahî hatin sekinandin. Tevahî cîhanê ruxmê hemû derfatan jî nekarîbû pêşîya vê virusê bigire. Ji ber wê jî Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li  beramberî vê virusê gel biparêze tedbîr girtin. Ji bo kombûn çênebe, gelê heremê nekevin bin xeteriyê de hemû şahî û kar dan sekinandin. Çawa me roja Newrozê li ber deriyên xwe pîroz kir, em ê 4’ê Nîsanê jî li baxçe û ber deriyê xwe pîroz bikin. Herkes dikare di 4’ê Nîsanê de li ber deriyê xwe an jî baxçeyê xwe darekê biçîne. 4’ê Nîsanê ne tenê li Gelê Kurd gelên ereb, suryan, tirkmen, aşurî û hemû gelên bindest pîroz dikin. Hemû mirovahî Rêbertî nas dike û em hêvîdar in ku kombûn çênebe herkes di malê xwe de 4’ê Nîsanê pîroz bike."
 
'Avabûna YPJ’ê ji bo hemû jinên cîhanê bû hêviyêk'
 
Rewşenê tekez kir ku di heman demê de 4’ê Nîsanê roja damezrandina YPJ'ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em vedigerin dîrokê her qabîle, netew û dewlet xwedî hêzek in. Şerekî dijwar li Bakur-Rojhilatê Suriyeyê qewimî, bingehek ya YPG’ê hebû lê  ev têrê nekir. Ji bo parastina jin û jin bi xwe bibe xwedî hêz, felsefaya Rêbertî ji xwe re bingeh girtin û hêza xwe ava kirin. Bi avabûna YPJ’ê re qadên rêxistinên jin zêdetir û bi hêz bûn. YPJ’ê ne tenê jinê Kurd tê de cih digirin, bi hijmareke mezin jî jinên ereb jî cihê xwe di nava hêza YPJ'ê de girtine. Di heman demê de YPJ’ê ji bo tevahî cîhanê bû mînak. Ji derveyî jinên kurd û ereban jî jinên suryan, aşurî, tirkmen û hemû netewên li Bakur-Rojhilatê Suriyê di nava hêza YPJ’ê de cih girtin. YPJ ji bo hemû jinan bû hêz û hêviyek. Hemû jin hêza xwe dispêrin hêza YPJ’ê."
 
'Heta êrîş li ser welatê me hebe em ê hêza xwe ya YPJ’ê mezintir bikin'
 
Rewşenê di dawiyê de diyar kir ku heya êriş li ser jin û welat hebe ew ê hêza YPJ’ê û rexistinên jin mezintir bikin û wiha got: "Wek Rêbertî got "heta jin azad nebe welat azad nabe." Ji bo em welatê xwe ji dagirkeriyê xilas bikin, em ê jinan li ser felsefeya Rêbertî perwerde û bi rêxistin bikin.  Her ku hêza jin xurt dibe dewlet êrîş û zextan li ser jinan zêdetir dike. Çawa ku her netew û dewletan pêwistiya xwe bi hêzekê heye jinan jî pêwistiya xwe bi hêza jin heye. Ji ber wê jî çiqas zext li ser welatê me û jinan hebe em ê rêxistina xwe zedetir bikin. Tu kes nikare hêza jinê bişkîne. Hêza YPJ’ê di şerê li Bakur-Rojhilatê Suriyeyê de ev yek da nîşandan. Beramberî DAIŞ’ê, dewleta tirk û hevkarên wê, YPJ’ê berxwedaneke mezin raberkirin. Dema şerê Dêrezor, Reqqa û Tepqa yê jinên ereb, tirkmen û çerkezan bi hêviyeke mezin hatin gel YPJ’ê û hêza YPJ’ê ji bo xilasbûna xwe wek ronahiyekê dîtin."