Cemîla Ahmed: Dewletên desthilatdar nikarin bibin dermanê birîna civakên xwe

  • 09:08 4 Nîsan 2020
  • Rojane
MINBIC- Cîgira Hevseroka Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê Cemîla Ahmed,derbarê belavbûna Vîrûsa Korona, xalên girêdayî derketina nexweşiyê û xweparastina jê, nirxandinên girîng kir û got: "Dewletên  ku li ser cîhanê desthilatdar in tevî pêşketinan jî, nikarin bibin dermanê birîna civaka xwe, divê civak li ser esasê hişmendiya xweparastinê bên perwerdekirin, wisa em dikarin civakên bi tendurist ava bikin."
 
Têkildarî rewşa belavbûna Vîrûsa Korona a ku heya niha tu derman li tevahî cîhanê jêre nehatiye dîtin, xalên girêdayî derketina nexweşiyê, rêbazên xweparastin û parastina civakê Cîgira Hevseroka Meclisa Rêveber a Bajarê Minbicê Cemîla Ahmed, nirxandinên girîng kir û ji ajansa me re parve kir. 
 
‘Vîrûsa Korona şerekî li hember tevahî civakan e’
 
Cemîla wiha dest bi nirxandinên xwe kir:  "Ev nêzî 3 meha ye ku Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê belav bûye. Ev vîrûs weke şerekî li dijî civaka ye. Sedema wê jî  bandora şerên ku li ser erdê cîhanê çêbûna û ne paqijiya hewaya jîngehên gerdûnê ji ber çekên kîmyewî yên  ku li dijî mirovahiyê dihat bikaranîn. Bi belavbûna vîrûsê re metirsiyeke mezin li ser derûniya mirovan çêbû ye, ji ber ku ev yek mîna dawîbûna li jiyaneke bê wext, tê pênasekirin. Di encamê belavbûna vê vîrûsê de, bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. "
 
'Vîrûsa Korona bi lez belav dibe'
 
Di dewamiya gotinên xwe de Cemîla bal kişand ser bandoriya rewşên mîna Vîrûsa Korona ya li ser mirovên civakê  û wiha domand:  "Dibe ku sedema derketina vîrûsê ji bê istiqrara hevsengiya jîngehê be, lê ger ku em binirxînin em nikarin sedemên wê yên mîna  şerê sar li hember civakan bidin alî. Şerê netew dewletan yên ku  li ser cîhanê xwe hakim dibînin û li ser aboriya wê  jî desthilatdar in, li ser hisabê van civakên ku tu sûcên wan têde tûne ye, tê bikaranîn. Li kêleka vê yekê jî  tevî ku mirovên civakê dibin qurbaniyên van rewşên bê hisab jî, di nava civakê de tirsê dikin di  dilê mirovan de. Li gor texmîna me dibe ku ev vîrûs bi zanebûn hatibe çêkirin, hin dewlet ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî dibe bi zanebûn çêkiribin û di nava civakan de belav kiribin. Lê ya ku em jê bawer in ku ev vîrûs hemû qateyên civakê dest girtiye û bi awayekî lez belav dibe.”
 
‘Dewletên desthilatdar nikarin bibin dermanên birîna civaka xwe’ 
 
Cemîla da zanîn ku dewlet nikarin bibin dermanê birîna civakên xwe û wiha dewam kir: "Dewletên  ku li ser cîhanê desthilatdar in tevî pêşketinan jî, nikarin bibin dermanê birîna civaka xwe, ji ber ev pêşketina wan ne di xizmeta mirovan de ye û tenê ji bo berjewendiya ye. Armanc ji vê yekê  ew e ku karê mirovahî  bi berjewendiyan ve bidin girêdan, da ku bibin dewletên dewlemend li ser hisabê xwîna mirovan. Niha jî bi mirinê re rû bi rû mane  ji bo cîhanê ji vê vîrûsê xelas bikin. Destpêkê divê civak li ser esasê hişmendiya xweparastinê bên perwerdekirin, da ku ji her tiştekî re amade bin, wisa em dikarin civakên bi tendurist ava bikin.” 
 
‘Rêbazên rast, encamên rast bi xwe re tîne’ 
 
Cemîla di dawiyê de qala rewşa  amadekariya herêmên Bakur  Rojhilatê Sûriyeyê ji Vîrûsa Korona re kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewş hindeki cuda ye. Heya niha tu kes li herêmên me bi vîrûsê ne ketiye, ji ber rêbazên rast encamên rast bi xwe re tîne. Heya niha me dikarîbû civaka xwe li gor rewşên heyî rêxistin bikin, hemû tîmên xwe yên tenduristiyê û parastina vî gelî, bikin dewrê. Em bi hêvî ne civaka me jî bi mere bibe alîkar, da ku em bi hev re rê li ber Vîrûsa Korona bigirin û nehêlin ku derbasî herêmên me bibe.”