Malbatên Girtiyan: Divê cudakariyê nexin nava girtiyan

  • 09:07 4 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Bertek û nerazîbûnên li hemberî 3'yemîn Pakêta Darazê didomin. Malbatên girtiyan bang li rayedaran kirin û gotin: "Divê cudakariyê nexin nava girtiyên siyasî û divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan."
 
Rojeva sereke vîrûsa koronayê ye. Hemû qadên jiyanê ji vîrûsê bi bandor bûn. Herkes li gorî derfetên heyî tedbîrên xwe digirin lê mijara herî girîng jî rewşa girtîgehan e. Nîqaşên 3'yemîn Pakêta Darazê bi her awayî didomin û bi hezaran malbatên girtiyan ji rewşa girtiyên siyasî bi fikarin û daxwaza berdana girtiyên siyasî dikin. 
 
'Ewlehiya jiyana girtiyan tune ye' 
 
Xwişka Firdevs Durak Nûdem Durak li Girtîgehan Tîpa M Bayburtê girtiyê. Firdevs, daxwaza serbest berdana girtiyên siyasî kir û diyar kir ku divê cudakariyê nexin nava girtiyan.  Firdevs da zanîn ku tişta herî girîng ewlehiya jiyanê ye û divê hemû girtî serbest bên berdan. 
 
'Rewşa girtiyan di xeterê de ye'
 
Hamît Bektaş li Gîrtîgeha Tîpa E ya Mêrdinê girtiyê û hevjîna wî Şukran Bektaş diyar kir ku hevjîna wî nexweş e û emeliyat bûye. Şukran, wiha bi lêv kir: "Niha jiyana hevjînê min di xeterê de ye û divê hevjînê min û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan."
 
'Ez 85 salî me û dixwazim neviyê xwe bibînim' 
 
Reber Îdem li Girtîgehan Tîpa T ya Manîsa yê girtiye û pîrika wî Tirkan Îldem jî bal kişand ser pakêta nû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Divê di rewşê wisa de cudakariya netew, ziman û ol neyêr kirin. Ez hêvî dikim ku ji bo girtiyên siyasî jî qanûn bên sererastkirin. Bi sala ne ciwanên me li girtîgehan e. Neviyê min jî girtî ye. Ez dixwazim neviyê xwe bibînim. Ez bi sala ne bi hesreta wî dijîm. Ez 85 salî me û ji ber vê jî nikarim biçîm bibînim. Ez ji rayedarên dewletê daxwaz dikim ku bila girtiyên siyasî jî tevlî pakêta tahliyeyê bikin û girtiyên siyasî serbest berdin."
 
'Mirinek hezar mirinê bi xwe re tîne'
 
Berçem Kaya, di axaftina xwe de behsa belavbûna vîrûsê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo yên li dervê tedbîr tên girtin lê ji bo girtîgehan mirov nikare tiştek wisa bêje. Li girtîgehan paqîjî tuneye û her wiha malzemeyên paqijiyê jî nayên dayîn. Ji ber ve sedemê jî rewşa girtiyan di xeterê de ne. Nexweşek dibe ku hezar kesî nexweş bixe. Mirina bi hezar kesan dê felaket bi xwe bîne. Divê tahliyekirina wekhev bê kirin."
 
'Divê girtîgeh bên valakirin' 
 
Welatiya bi navê Selma Deger bal kişand ser 3'yemîn Pakêta Darazê û diyar kir ku girtiyên siyasî li derveyî paketê hatine hiştin û got: "Ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê tehliyekirina girtiyên siyasî jî tevlî pakêtê bikin. Ji ber ku rewşa girtiyan dikeve nava xetereyê û divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Li dijî kaosê divê girtîgeh bên valakirin."