'Li dijî vîrûs, şîdet û kuştinê jin ne bi tenê ne'

  • 09:06 4 Nîsan 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Jinan destnîşan kir ku bi belavbûna vîrûsê re barê jinê bêtir giran bû, jin ji kar hatin derxistin, bi xîzaniyê re rûbirû hatin hiştin û li malên xwe bi şîdeta fîzîkî û psîkolojîk re rûbirû hatin hiştine. Jinan, diyar kir ku dewlet ji bo parastina jinê tu tedbîran nagire. 
 
Piştî belavbûna vîrûsa koronayê û bangên li malê bimînin hatin kirin. Ev bang çend li pêşîgirtina li hemberî vîrûsê bê jî ji bo jinan bû xetereyek mezin. Ji ber ku demên borî jî asta şîdetê ya li hemberî jinê bilind bû û niha jî bêtir şîdet zêde bûn. Dewlet li gel bangewaziya li malên xwe bimînin li dijî şîdeta li hemberî jinê jî tu tedbîr nagirin. Jinan pêvajoya niha ji ajansa me re nirxandin û bal kişandin ser pirsgirêk û çareseriyên pirsgirêkan. 
 
Aktîvîsta Tegera Jinên Azad (TJA) Dîlek Başalan,  di axaftina xwe de bal kişand ser vîrûsê û bandora wê ya li ser jinê û got: "Rola jinê ya li malê sed sal in bi her awayî tê domandin û piştî belavbûna vîrûsa koronayê jinên ku dixebitin bê pere ji kar hatin dûrxistin û bi hinceta vîrûsê ji bo jinan betlaneya salane hat destpêkirin. Jinên ku li malê û jinên ku li derve dixebitin niha li malê di bin barekî giran de hatine hiştin. Hemû berbirsiyariya jiyana hevpar li ser milê jinê ma û li hemberî jinê jî zexteke psîkolojîk tê meşandin. Wekî gotinên hûn dayik in, xwîşk in û jina malê ne û ev tişt zexteke û li hemberî jinê tê bikaranîn."
 
‘Jin ne bi tenê ne' 
 
Dîlek diyar kir ku vîrûs li ser aboriyê jî bi bandor bû û bi taybetî jî li ser aboriya jinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Karsaz di serî de dawî li karê jinê anî. Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê 300 jin ji kar hatin derxistin û nekarin mafên xwe yên heyî bi dest bixîn jî. Her wiha mijara herî girîng jî şîdeta li hemberî jinê ye. Bi belavbûna vîrûsê re ji bo jinê jiyaneke bi xeter dest pê kir, li dijî şîdetê dê serî li ku bidin, dê alîkariyek çawa bigirin divê di vê helê de xebatên cidî bên kirin. Divê jin xwe bi tenê hîs nekin. Saziyên sivîl ên civakî, sazî û dezgehên jinan û şaredarî divê ji bo jinê di van rojên xeterê de bêtir li ser vê mijarê rawestin. Divê di serî de em bibin pêşengên wê xebatê û guh bidin dengê jinê. Dibe ku em li dûrê hev bin lê bi têkoşîna bi rêxistinî em dikarin ji krîzê derkevin."
 
'Dewlet mecbûre ku tedbîran bigire...'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gel (HDK) ya Stenbolê Aynur Cengîz, destnîşan kir ku devlet mecbûre ku di helê de tedbîr bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê niha dewlet tenê sermeyader û karsazan difikire û li gorî van pakêtan amade dikin. Hikûmet ji bo welatiyên xizan tiştek nakin û ev welatî neçarin ku derkevin dervê û bixebitin. Bêtir di van rojan de barê jinê bêtir giran dibe û jin neçar dimîne ku di bin vî barî de derkeve. Ev roj roja piştevaniyeyê, dibe ku em nikarin derkevin kolanan lê em dikarin têkiliyên xwe xurt bikin."
 
'Jin bi şîdeta fizîkî û aborî re rûbirû dimînin'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Pinar Turk, diyar kir ku li hemberî vîrûsê pergala kapîtalîst bê hêz bû û wiha bi lêv kir: "Bi vê vîrûsê derket holê ku kapîtalîzim têk diçe. Di krîzên bi vî rengî de jiyana komînal bêtir derdikeve holê û hestên piştevaniyê bêtir li pêş dikevin. Ji ber ku dewlet ji bo mirovan tiştek nakin."
 
Pinar, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinê ya ku ji neçariyê li malê dimînin û wiha got: "Jinên ku niha ji neçariyê li malê dimînin hemû barê malê girtine ser milê xwe. Hem ferdên li malê û hem jî dewlet barê jinê giran dike. Mêrên ku naçin kar û naçin qehwexaneyê li malê dimînin û ev tişt jî gelek caran dibe sedema şîdeta li hemberî jinê. Jin hem bi şîdeta aborî û hem jî bi şîdeta fîzîkî re rûbirû dimînin. Lê jin ji neçariyê li malê dimînin. Ji ber virûsê li malê ewlehiya jiyana jinê nîne. Ji ber vê sedemê heke pergala 'Li malê bimîne' bê peşxistin divê dewlet ewlehiya jinê jî li ber çavan bigire. Em wekî rêxistin giliyên ku ji me re tên li gorî derfetên xwe alîkariyê dikin."