Hikûmet ji xebatên piştgirî û seferberiyê ditirse

  • 09:01 4 Nîsan 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Helîn Kiliç diyar kir ku astengkirina xebatên ciwanan yên ji aliyê hikûmetê ve nişan dide ku ji xeynî xwe ji xebatên piştgirî û seferberiyê ditirse û hikûmet li cihê li çareseriyê bigere kaosê pêk tîne. 
 
Bi belavbûna vîrûsa koronayê re Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi lez dest bi xebatên piştevaniyê kir. HDP bi xebatên xwe gel hişyar dike, alîkariyê dide kesên xizan û torên piştevaniyê mezin dike. Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hêlîn Kiliç derbarê xebatên xwe yên ku dimeşînin de nirxandin kir. 
 
'Em di vê pêvajoyê de jî erka xwe bi cih tînin’
 
Helînê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku maseya krîzê li hemû navend û navçeyan xebatên xwe  berdewam dikin û wiha got: " Em wek Meclisa Ciwanan a HDP’ê di maseya krîzê de cihê xwe digirin û xabetên xwe dimeşînin. Di heman demê de ji bo kesên jiyana wan dixetere de ye jî banga ‘li mala xwe  bimîn ' û em vê bangê li ser hesabên xwe yên medya civakî jî parve dikin. Wekî her demê em ciwanan di vê pêvajoyê de jî rol û misyonên xwe bi cih tînin.  Herwiha Meclîsa Ciwanên ya HDP’ê ya Stenbolê ji bo kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye jî lig elek taxên stenbolê alikariya xwarin, maske û lepikan didin şêniyên taxan. Ji bo çêkirina maskeyan jî em tevli xebatan dibin û bi wî awayî hem  digihijîn gel hem jî di hêla hilberînê de jî em rola xwe pêk tînin."
 
'Hikûmet ji xebatên piştgirî û seferberiyê ditirse'
 
Helînê di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li gelek deveran gelê di warê şewba vîrûsê de anonsên dike hişyar dike û diyar kir ku di van xebatan de piştgiriya gelê Stenbolê dike. Helînê xaftina xwe  wiha berdewam kir: " Xebatên me ji aliye hikûmetê ve tên astengkirin. Li Amedê bi tevlîbûna parlamentera HDP’ê Remzîye Tosun ji aliyê Meclîsa Ciwanan ve xebata anonsê ya ‘di malen xwe de bimînin’ hat pêkanîn. Her wiha dîsa li Îzmîrê Emniyet xebatên me ji aliye emniyete ve hatin astengkirin. Lê li gel astengiya jî  xebatên me berdewam in. Ev jî te wateya ku hikûmet li cihê çareseriyê kaosê pêk tîne.  Bi bergirîyên kêm jiyana gel dixe bin xeterê. Her wiha wezarata karûbarên hundirîn ji xeynî walî nahêle şaredarî alikariya kesên xizan bikin. Ew jî tê wateya ku hikûmet ji bilî xwe ji xebatên piştevaniyê ditirse."
 
'Rêjeya şîdeta li ser jinê zêdetir bû'
 
Helînê bi bîr xist ku herî dawî qeyûm tayînî 5 şaredariyên wan hatin kirin û destnîşan kir ku divê dewlet di bedêla qeyûman tayin dike divê bi tendirustiya gel mijûl be. Hêlînê wiha dirêjî da axaftina xwe: " Li tendirustiya gel nafikirin û li berjewendiyên xwe difikirin. Em di vê pêvajoyê de vê helwesta hikûmetê baştir dibinin. Lê em li hember hemû astengiyan xebatên xwe berdewam dikin. Mixabin piraniya nifûsê ji ber qeyrana aboriyê diçin karên xwe. Me wekî di xebatên xwe yên anonsê de daxwazên xwe anîbû ziman; em tedbîrên zêde, di înfazê de wekhevî û ji bo karkeran destûra bi mûçe dixwazin . Her wiha ligel qedexekirina derketina derve rêjeya şîdeta li ser jinê jî ji sedî zêdetir bû. Hin welatan li dijî vê bergirî girtin. Divê di vî warî de li Tirkiye û Kurdistanê jî di vî warî de tedbir bên gitin. Me di vî warî de li ser medya civakî jî ev daxwazên xwe parve kirin."
 
''Bi saya kampanyayan torên piştevaniyê mezin bûn’
 
Helînê anî ziman ku bi taybetî ji bo girtiyên nexweş, jinên ducanî û zarokan wan kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin. Her wiha der barê vê pêvajoyê de gelek kampanyayên wan ên piştgiriyê jî berdewam dikin û di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em wek Meclisa Ciwanan a HDP’ bi saya van kampanyayan torên piştevaniyê mezin dikin û dengê gel bilindtir dikin. Li Wanê ji aliyê Meclîsa Ciwana a HDP’ê ve ji bo pêvajoya ku her kes dimalê de dimîne em alîkariya pirtûkan didin. Her wiha ji aliyê Meclîsa jinên Ciwan a HDP'ê ve li ser medyaya civakî parvekirinên pirtûkan tê kirin û pêşniyar jî tên kirin. Di demen pêş de jî derbarê çand û hünere de wê bername li ser medya ciakî bên destpêkirin. Di heman demê de di kanala me ya YouTube de jî  xebatên me yên çêkirina arşîvê hene. Divê gel di vê pêvajoyê de tedbîrên xwe kêm neke. Em wek  Meclisa Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dubare dibêjin piştgirî dide jiyîn."