ROJEVA 4’YÊ NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 4 Nîsan 2020
  • Rojev
*Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Helîn Kiliç diyar kir ku astengkirina xebatên ciwanan yên ji aliyê hikûmetê ve nişan dide ku ji xeynî xwe ji xebatên piştgirî û seferberiyê ditirse û hikûmet li cihê li çareseriyê bigere kaosê pêk tîne. BI DÎMEN
 
*Endezyara Çandiniyê û endamê TMMOB’ê Ece Demîreloz diyar kir ku karaseta Koronovîrusê  nîşandan ku ev karaset wê bibe sedema qeyrana aborî û ciavakî. Ece ev tişt got: “Divê ji xebatkarên çandiniyê û karkerên demsalî re piştgirî bêdayîn. Lewra ger çandinî pêk neyê em ê karaseta herî mezin bijîn.”
 
*Piştî belavbûna vîrusa koronoyê pisporan şiyarî kir ku bêyî rewşek lezgîn hebe divê kes serî li nexweşxaneyan nede. Bijîka diranan Arzu Ozbek ji di vî derbarî de şiyariyên xwe parve kir û wiha got: “Di vê pêvajoyê de tişta em di serî de pêşniyar bikin li mal mayîne, ango ger pirsgirêkên we yên diranan hebin bi tendurust timer bikin û li paqijiya dev miqate bin.”
 
*Li Îzmîrê jî her roja ku derbas dibe bîlançoya vîrûsa koronayê zêde dibe. Hevseroka HDP'ê ya bajarê Îzmîrê Besriye Tekgur diyar kir ku li navendê û li navçeyên Îzmîrê Maseyên Krîzê hatine avakirin û got: "Em li gorî derfetên xwe alîkariyê didin û dixwazin bibin bersiva gelê xwe, lê divê hikûmet jî berpirsiyariya xwe bîne cih."
 
*Jinan destnîşan kir ku bi belavbûna vîrûsê re barê jinê bêtir giran bû, jin ji kar hatin derxistin, bi xîzaniyê re rûbirû hatin hiştin û li malên xwe bi şîdeta fîzîkî û psîkolojîk re rûbirû hatin hiştine. Jinan, diyar kir ku dewlet ji bo parastina jinê tu tedbîran nagire.
 
*Bertek û nerazîbûnên li hemberî 3'yemîn Pakêta Darazê didomin. Malbatên girtiyan bang li rayedaran kirin û gotin: "Divê cudakariyê nexin nava girtiyên siyasî û divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan."
 
*Cîgira Hevseroka Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê Cemîla Ahmed,derbarê belavbûna Vîrûsa Korona, xalên girêdayî derketina nexweşiyê û xweparastina jê, nirxandinên girîng kir û got: "Dewletên  ku li ser cîhanê desthilatdar in tevî pêşketinan jî, nikarin bibin dermanê birîna civaka xwe, divê civak li ser esasê hişmendiya xweparastinê bên perwerdekirin, wisa em dikarin civakên bi tendurist ava bikin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) axivîn û gotin: "Rêber Apo Gelê Kurd û Rojhilata Navîn hişyar kir. Ji bo jinan têkoşîn kir û wekhevî di navbera herdu zayendan de ava kir. Em piştgiriyê didin şervanên YPJ'ê, ji ber ku YPJ zarokên me ne." DÎMEN HEYE
 
*Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJ’ê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim axivî û got: "Em 4'ê Nîsanê li tevahî gelan û şervanên berxwedêr pîroz dikin."DÎMEN HEYE
 
*Parêzera OHD'î Nuray Ozdogan zagona înfazê nirxand. Nurayê got:"Zagona înfazê girtiyên siyasî li derve hiştiye. Ev ne li gor rêgezên zagonî ye. Li girtîgehan Vîrusa Koronayê dikare bibe sedema mirinên mezin. Zagona înfazê nêzîkatiya înkarker, nîjadperest û mêtingeriyê ye."
 
*Fermandara YPJ'ê Axîn Nûcan, derbarê 8’emîn salvegera damezrandina YPJ’ê her wiha rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxandinên girîng kir û ev tişt got: "Rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ’ê  ji bo me û hemû mirovahiyê, vejînek  û şoreşek bû. Dema rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ'ê tînin li gel hev, bi xwe re wateya şoreşê derdixîne holê."DÎMEN HEYE