Canan Gullu:Di pêvajoya vîrusa korona de ji karasetên nû re zemîn tê amadekirin

  • 09:10 28 Adar 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE- Seroka TKDF’ê Canan Gullu diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de hewl tê dayîn di pakêta darazê de ji bo sûcên êrîşa zayendî ceza bê daxistin û vê ji xwe re dikin derfet û got: “Di pêvajoya vîrusê de ji karasetên nû re zemîn tê amadekirin.”
 
Pêşnûmeqanûna sererastkitinên der barê înfazan de, li ser vîrusa derket holê dîsa hat rojevê. Wê hefteya pêş ji meclîsê re bê pêşkêşkirin. Ji paket ji bo sûcên ‘ji qestî kes kuştin’, ‘sûcên teror’ û ‘sûcên rêxistinî’ pêvajoya înfazê kêm nabe. Lê tevî hemû bertekên rayagiştî ji bo sûcên êrîşên zayendî û hişbirê ceza tê daxistin.
 
Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gullu da zanîn ku di pêvajoya ku vîrus belav bûye de anîna vê pakêtê ya meclîsê, ji xwe re dikin derfet.
 
‘Ji 2016’an heta niha em dibêjin şaş e’
 
Cananê got ji sala 2016’an de hewl tê dayîn ku ji bo sûcdarên îstîsmarê efû bê anîn û got: “Ji 2016’an heta em dibêjin ku ev şaş e û têdikoşin. Lê hîna jî bawerim fêm nekirin. Wisa jî berdewam dikin.Li gorî min ev hewldana xilaskirina kesên nêzî xwe ne. Ez nikari bi awayekî din vebêjin. Di vir de mexdur hebin jî ew jî zarokin. Di temenê biçûk de yên tên zewicandin cara duyem tên mexdurkirin. Zarokên rastî îstîsmarê tên jiyana xwe nikarin bijîn. Lê bi taybet ew li ser vê disekinin, israr dikin. Ez jî vê wek operasyona xilaskirina kesên nêzî wan dibînim.”
 
‘Dixwazin tecawizkaran berdin’
 
Cananê bi lêv kir k udi 2016’an de dema ev pêşnûme hatiye rojevê ji serokomar re nameyek nivîsiye û got: “Min di nameyê de got ev efûya ji bo tecawizkaran tê qiyamete. Îro em bi vîrusa korona qiyameta cîhanê dijîn. Di vê pêvajoya ku em nizanin rojê çend kes dimrin de, li şûna ku sûcdarên fikr û ramanê bên berdan, rojanemger an jî kesên ceza wan nehatiye teqezkirin bên berdan, dixwazin sûcdarên tecawizê berdin. Yên kedê didin vê pêvajoyê gelo hişê wan ji bo çi dixebite.”
 
‘Ji karasetên nû re zemînê ava dikin’
 
Cananê wiha berdewam kir: “Ez bang li serokomar dikim: Di pêvajoya vîrusa korona de derxistina efûya îstîsmarê,ez eciz kirim. Di vê pêvajoya ku divê em welatiyan biparêzin, bi sererastkirinan ji karasetên nû re zemîn tê avakirin. Bi efûyê re wê jiyana zarokan reş bibe. Li aliyê din ji ber vîrusa korona her kes li malê xwe dimînin û ji ber vê jî hejmara jinên kul i xeta lezgîn a şîdetê digerin jî zêde bûn. Di pêvajoyên pandemî de, pêşiya xwegîhandina mezkanîzmayên li dijî şîdeta jinan jî tê girtin. Li gorî daneyên xeta alîkariyê di vê pêvajoyê de şîdeta fîzîkî jî zêde bûye. Ji ber vê ez ê ji serokomar randevuyê bixwazim. Ji ber di pêvajoyên îzolasyonê de şîdeta li ser jinan zêde dibe. Divê der barê pêvajoya karantîna û piştî vê de jî tedbîr bên girtin.”