Sitranbêjên Kurd bûn denge girtiyên siyasî

  • 09:07 28 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Sitranbêjên Kurd ji bo girtî bi taybetî jî girtiyên sîyasî serbest werin berdan bûn denge girtiyan û bang li hemû keksî kirin ku ji bo girtiyên sîyasî denge xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin.
 
Vîrûsa Koronayê(Covîd-19) li tirkiyeyê her ku diçe belav dibe. Di vê rewşê de qadên girtigehan dikevin koma xeterê.  Di girtigehan de nêzî 300 hezar girtî  zêdeyî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Her wiha niha di meclîsa tirkiyeyê de pakêta darazê ya înfazê tê niqaşkirin. Rêxistinên mafên mirovan, xizmên girtiyan,siyasetmedar, hunermend, stranbêj û gelek kurd ji bo cudahiyê nexin nava qanûna înfazê û hemû girtiyan serbest berdin, li ser medyaya civakî û bi daxuyaniyan bang li hikûmetê dikin. Hunermend û stranbêj: Xecê, Hêja Netirk, Pinar Aydinlar, Denîz Deman, Devrîm Demîr, Nuarîn, Berfîn Demîr, Seher Stran di çarçoveya girtî bi taybeti girtiyên sîyasî werin berdan de gotin û bang li rayedarên dewletê kirin.
 
‘Ji bo girtiyên sîyasî azadiyê dixwazin’
 
Xecê da zanîn ku bi hezaran siyasetmedar, rojnameger, hunermend, akademîsyen û gelek kesên ji ber fikr û ramanên xwe yên sîyasî di girtigehan de ne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Belê me got gelê me ji bo xweparastina şewba korona di malên xwe de bimînin. Gefa vê vîrûsê li ser hemû mirovahiyê ye. Li aliyekî din niha di girtigehan de bi hezaran girtiyên siyasî henin û bi gefa vîrûsê re rûbirû e. Gelo girtî xwe ji şewba vîrûsê wê çawa biparêzin? Pêwîst e ku em bibin denge hemû girtiyan. Ne tenê girtiyên edlî êm ji bo girtiyên siyasî jî azadiyê dixwazin."
 
‘Berdana tecawizkaran wê bi be sedema vîrusa civakî’ 
 
Denîz Deman jî anî ziman ku vîrûs her ku diçe belav dibe, ev ji bo girtigehan xetereyek pir mezin e û wiha pêde çû:" Li gel şewba koronayê gelek welatên din girtiyên xwe serbest berdan lê hikûmeta Tirkiye di vê pêvajoya dijwar de lı cihê têkoşîna bi şewba koronayê re, êrîşî destkeftiyên Gelê Kurd dike. Hem Qayîm tayînê şaredariyan dikin hem jî ji bo  girtiyên siyasî bi qanûneke ne wekhev tên gel hev. Bi wî awayî girtiyan di girtigehan de bi mirinê re rûbirû dihêlin. Ji bo girtîgehên ku kapasîteya xwe derbas kirine tu bergirî nehatiye girtin. Di şert û mercên ne paqij de di serî de zarok, jin, nexweşên girtî û hemû girtiyên siyasî di destê tîfaqa AKP MHP’ê di bin xetereyê de ne. Heke li şuna girtiyên siyasî kesên destdirêji kirine û tecwizkar bên berdan wê demê wê vîrusek civakî pêk bê.  Têkçûna faşîzmê bi berxwedanê ve girêdayî ye."
 
‘Karker ji xizanî jiyana xwe dikin xeterê’
 
Hunermend Pinar destnîşan kir ku karker ji bo jiyana xwe û malbatên xwe di şert û mercên xeter de dixebitin û diyar kir ku hikûmet tenê ji bo kesên xwedî serme pakêtan derdixeû ji bo karkeran tu tişt nake.  Beravajî jiyana wan dixe bin xetereyê. Pinar wiha dirêjî da axaftina xwe : " Divê dawiya vê polîtîkayê bê û di pêvajoya şewbê de şert û mercên baş bên avakirin. Ji xeynî karên mecbûrî divê hemû karker û xdirebatkar bi destur bên hesibandin. Ji aliyekî din bi tayînkirina qeyûman dijminatiya bi vîna Kurdan re berdewam dike. Her wiha di çarçoveya van daxwazan de ez bang li hemû hunermend û rewşenbîran dikim ku ji bo demildest girtî serbest bên berdan têbikoşin. 
 
‘Heta girtî bên berdan em ê têkoşînê bidin’
 
Hunermend Hêja jî anî ziman ku hemû kurd bila bi hev re dengê xwe bilind bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Heta dewleta tirk girtiyên siyasî serbest berde em ê bi hev re denge xwe bilind bikin. Dewleta ku kujer û tecawizkaran berdide  girtiyên siyasî bi mirinê re rûbi rû dihêle."
 
‘Em mahrûmhiştina girtiyên siyasî ji vê qanûnê qebûl nakin’
 
Hunermend Devrîm axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û diyar kir ku piraniya girtiyan nexweş in. Devrîm axaftina xwe wiha dom kir: " Heke hikûmet girtiyên siyasî ji vê qanûnê veder bike ev nayê qebûlkirin. Biryarek wisa girtiyên siyasî terikandina mirinê ye. Bangawaziya me ew e ku ji bo girtiyên siyasî serbest bên berdan bila hemû kes dengê xwe bilind bike û hikûmet bila bi demildest girtiyan tehliye bike. Girtiyên siyasî ewqas şert û mercên dijwar de nikarin xwe biparêzin."
 
‘Pêdiviyên girtiyan pêk naynin’
 
Hunermend Nuarîn jî da zanîn ku pêdiviyên girtiyan nayên pêşwazîkrin  û wiha berdewam kir: "Jixwe şert û mercên girtîgehan zorin û niha li ser wan gefa vîrûsê heye. Heke li girtigehan belav bibe hemû kes wê jê  bi bandor bibe û di serî de girtiyên nexweş û girtiyên temenê wan ên ji 65 jortir dikevin bin xetereyê. Divê bi lez û bez girtî werin berdan û em bibin denge wan."
 
‘Vîrûs dibe sedema mirna komî’
 
Hunermend Seher jî diyar kir ku vîrûs dibe sedema mirina girseyî. Ji ber vê yekê ji bo pêşîgirtina li mirinanê divê li girtîgehan tebîr bên girtin  û bi taybetî jin zarok û pîr û kalan serbest berdin.
 
‘Hemû kes divê  denge xwe bilind bike’
 
Berfîn anî ziman ku ji ber şewba koronayê her ku diçe hêjmara miriyan zêde dibe. Kesên di girtigehan de bi xetereya şewbê re  rûbirû ne û diyar kir ku efûya ji bo girtiyên edlî divê ji bo girtiyên siyasî jî pêk were. Hemû gel û kurd divê ji bo girtiyan bang li hikûmetê bikin."