Îdîl Uğurlu: Sedemê vê nexweşiyê tunekirina xwezayê ye

  • 09:06 28 Adar 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
AMED- Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu têkîldarî pêvajo û bandora vîrûsa koronayê  ya li ser  civakê  û  ekolojiyê de axivî. Îdîlê got ku sedema vê vîrusê û nexweşiyê tunekirina xwezayê ye.
 
Vîrusa koronayê her ku diçe li seranserî cîhanê  belav dibe û ev jî bandoreke neyînî li ser jiyanê dike. Di daxuyaniyên ku ji hêla pîsporan ve tên dayîn de, tê gotin ku wê  vîrûs heta 10 salan bidome.  Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK)  Îdîl Ugurlu der barê polîtîkayên heyî  û bandora vîrûsa koronayê  ya li ser  jiyanê û  ekolojiyê de nirxandin kir. Îdîlê diyar kir ku xweza ji îktîdaran û desthilatdaran tolê hildide û got ku kesên bi awayeke hovane xweza qetil kirin niha bedela wê didin.
 
'Dewletan  sermaye parast'
 
Îdîlê bi lêv kir ku îktîdaran ne xweza sermaye parastin û wiha axivî:" Di vê pêvajoyê de  aşkere bû ku  hêzên desthilatdar zirareke mezin dane xwezayê  û zindiyên li xwezayê. Vîrûsa koronayê bêyî ku dewlemend û xizanan ji hev cüda bike belav dibe û dikare derbasî herkesî bibe.  Lê îktîdar  rabûn û gotin ku ev vîrûs herî zêde bandora xwe li ser pir û kalan dike. Ev daxuyanî ji bo parastina sermayeyê hatin kirin. Gelek ji van îktîdaran paketên piştgiriya aborî ji bo civakan aşkera kirin û gelekên van îktîdaran  gotin ku ew bihêzkirina pergal civakê  esas digirin. Lê  di paketê de bêkar, astengdar, koçber, penaber, jin tune bûn û nebûn. Dewletan  sermaye parastin. Desthilatdarên ku bi awayê hovane xweza qetilkirîn niha bedela wê didin. Sedema vê nexweşiyê tunekirina xwezayê ye."
 
'Divê jin ciwan û bêkar vê pêvajoyê baş binirxînin’
 
Îdîlê di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku divê jin,ciwan,karker û kedkar vê pavajoyê baş binirxînin û anî ziman ku li gel pêvajoyê  daxwaz û rêxistinbûyina xwe mezintir bikîn û got:"Ji ber ku diyare wê piştî vîrûsê  bêkarî li cîhanê bêhtir zede bibe û li gorî vê yekê, divê ew daxwaz û rêxistinbûna xwe zêde bikin. Pêdivî pê heye ku ew hewl bidin  bi mekanîzmayên  hevkarîya civakî xurt bikin. Vê pêvajoyê nîşanî me da ku têkoşîna ekolojîk têkoşîneke pîroz û bi nirx e. Em niha li gel vê nexweşiyê vê zêdetir dibînin. Di heman demê de encamên mantiqê bazirganiyê jî aşkere bûn.  Vê  pêvajoyê nîşanî me da ku rêxistinek civakî çiqasî girînge.  Mirov nikare bibêje ku HDK tenê saziyek e,  HDK ji gelek beşên cûda pêk tê. Di esasê xwe de, hemû beşên din ên civakê ye. Jin, ciwan,kedkar, penaber, mirovên astengdar, bêkes, ji nêçarî diçin kar. Ger biçin wê bi nexweşiyê bimrin,neçin jî wê ji birçan bimrin."
 
'Ji bo pêşerojeke azad û aram xwe û civaka xwe biparêzin'
 
Îdîlê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew  bi hêvî ne ku wê  gel  bi rihekî hevpar vê pêvajoyê derbas bikin û wiha bi dawî kir:"   Em di nav hewldanê de ne ku bi awayeke bi rêxistin vê pêvajoyê derbas bikîn. Pêdivî ye ku bangên hatine kirin bên guhdarîkirin.   Lê belê, divê mirov ne bi tena serê, xwe bi riheke hevpar vê pêvajoyê derbas bike .  Mejî  û helwest bi  pratîka kolektîf re têkildar e.  Pêdivî ye ku em bizanin ramanên  kolektîf dê çareseriyê pêk bînin. Ji ber wê divê em di vê pêvajoyê de ji malê dernekevin û ji bo pêşerojeke azad û aram xwe tendûristiya xwe û civaka xwe biparêzin. "