Hevşaredar Adalet Fîdan: Xebatên me li dijî vîrusê didomin

  • 09:04 28 Adar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX – Hevşaredara HDP’ê ya Silopiyê  Adalet Fîdan, Derbarê xebatên xwe yên li dijî vîrusa koronayê de ku dikin de axivî û anî ziman ku xebatên wan bi hemû hêza xwe didomin
 
Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi rojane li navenda navçeyê xebatên dezenfekte ya li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) ku daye destpêkirin bi hemû hêza xwe berdewam dike. Li navçeyê park, qadên hevpar, wesayîtên nava navçeyê û ATM’yên bankayan tên dermankirin. Di çarçoveya bergiriyên hatin girtin de, destûr nayê dayîn ku otobusên ji derve de tên jî bikevin otogarê. Piştî ku otobus tên dezenfekte kirin nû dikevin hûndirê otogarê. Tîmên paqijiyê yên şaredariyê, avahiya şaredariyê, qesabxane, park û baxçeyan, salonên sporê, tesîsên sporan, kolej û dersxaneyên taybet her roj dezenfekte dikin.
 
Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, derbarê kar û xebatên li dijî vîrûsa koronayê dane destpêkirin de axivî.
 
‘Divê tiştên ji bo civaka ekolojik bên pêkanîn’
 
Adalet, derbarê vîrûsa koronayê ku di Kanûna 2019’an de li bajarê Vuhan a Çînê hat dîtin û li hemû cihanê bênavber belav dibe de axivî û wiha got: “Ev vîrûs ji vîrûsên Sars û Mersê ku di 2002’an de derketin cûdatir e. Hêza kuştina vîrûsa koronayê her çiqas kêm be jî li hemû cihanê bi hêzek mezin belav dibe. Piştî ev vîrûs li hemû cihanê belav bû hemû cihanê felç kir. Ez dibêjim ku ev vîrûs ji bo xwezayê ji mirovan re wek hişyariyekê ye. Herwiha derketina vîrusê li navenda kapîtalîzmê  Çînê ku derket jî gelek balkêşe. Lewra jî ji bo  ku ev hemû tehlûke ji holê bên rakirin jî divê tiştên pêwîst ên civaka ekolojik bên pêkanîn.”
 
‘Divê gel tedbîrên xwe bigirin’
 
Adalet, bi lêv kir ku li dijî vîrûsa li hemû cihanê belav bûye pêwîste gel tedbîrên xwe bigirin û got heta pêwîst neke bila tu kes ji malên xwe dernekeve. Adalet, di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got: “Divê hemû kes di malên xwe de bibînin. Destên xwe nedin hev û ji hev dûr bisekinin. Tim destên xwe bi sabun û avê bişon. Divê mal û cihên ku mirov lê dimînin bê hewa nemînin, kes neçin mêvandariyê û mêvanan qebûl nekin. Bi kurtasî 14 xalên rêxistina tendûristiyê ya cihanê  divê pêk bînin. Ji bo ku em hem xwe, hem derdor û hem jî civaka xwe biparêzin ev pêkanîn pêwistin.”
 
‘Ne bi tenê kal û pîr ciwan û zarok jî divê di bin ewlehiyê de bin’
 
Adalet, dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser mijara wek bi tenê kesên kal û pîr di xeteriyê de ne û domand: “Divê em ji kal û pîrên xwe bêyî ku wan bitirsînin sedema divê dernekevin derve îzah bikın. Divê em ji kal û pîrên xwe re bibêjin ji ber ku xetere li derve ye û kesên derbikevin derve dibe bi vê nexweşiyê bikevin. Her wiha ji ber ku hêza bedena wan keme dibe hêsantir bi vê nexweşiyê bikevin. Divê ev yek ji wan re bi zimanekî xweş û hêsan bê gotın. Lê belê di civakê de hişmendiyeke ku tene ev nexweşî bandora xwe li ser kal û pîran dike hat avakirin. Ne bi tenê kal û pîr her wiha ciwan û zarok jî divê bên parastin.”
 
‘Xebatên me bi hemû hêza xwe berdewam dikin’
 
Adalet, di domandina axaftina xwe de got li dijî vîrûsê komîsyona krîzê ava kirine û li derveyî şaredariyê jî bûro vekirine. Adalet, got li navenda navçeyê xebatên wan ên dezenfekteyê bi hemû hêza xwe berdewam diki û wiha pê da çû: “Li Silopiyê hemû sazi, wesayîtên nava bajêr, mizgeft, cihên kar ji aliye şaredariyê  ve hatine dezenfektekirin û xebatên me yên dezenfektê hîn jî berdewam dikin. Divê ku qedexeya derketina derve bê îlankirin. Herwiha me ji bo malatên ku derfetên wan ên malî tüne ne jî zad û berhemên paqijiyê berhev kir. Di derbarê vîrîsê de ji bo em gel agahtar bikin me li navçeyê bîlbord û pankart daliqandine . Em her saetê anonsa heta pêwîst neke dernekevin derve û kal û pîrên di ser 65 salî re ji malên xwe derkevin dikin. Her wiha me ji bo ji xebatkarên şaredariyê yên temenê wan di ser 60 salî û jinên cûdanî ne jî destura îdarî da. Ji ber pêvajoyê me deynên avê jî taloq kirine. Di bin banê Midûriyeta Jinê ya şaredariyê de ji bo gel di malên xwe de  me stîckerên ‘ Li mala xwe bimîne’ û ‘ji bo tendûristiya xwe ji hev dûr bibînin’ li hemû kargehên navçeyê daliqandin. Xebatên me berdewam in.”
 
‘Divê dewlet jî alîkariyê bide’
 
Adalet, herî dawî anî ziman ku gel vê rewşê cidî nagire dest û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me vê nexweşiyê cidî nagire dest. Divê em vê ji wan re baş bînin ziman û xebatan zêdetir pêk bînin. Divê gel tedbîrên xwe bigire û ji bo bi vê nexweşiyê re em derkevin seri divê em alikariya hev bikin. nexweşiy. Her wiha divê dewlet jî hem ji hela malî û hem jî ji hêla manevî ve alîkariyê bide.”