'Hemû sazî, dezgeh, kolan û kampên heyî hatin dezefektekirin'

  • 09:01 28 Adar 2020
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Rêveberiya Şaredariya Gel a Efrîn û Şehbayê Selwa Hemdo ji bo parastina ji Vîrûsa Korona axivî û got: "Dezefenkte ji bo xweparastina ji Vîrûsa Korona girîng e, divê gelê me li gor tedbîrên ku hatine girtin tev bigerin."
 
Vîrûsa Korona yekem car li Çînê rû da û li tevahî cîhanê belav bû. Heta niha li Rojavayê Kurdistanê kesek bi Vîrûsa Korona neketiye. Ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev vîrûs belav nebe ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve gelek tedbîr hatin girtin. Têkîldarî mijarê Şaredariyên Gel ên Efrîn û Şehbayê ruxmê derfetên kêm dest bi dezefekteyên sazî, dezgeh, kolan û kampên heyî kirin. Her wiha ji bo şêniyan alavên paqijiyê hatibûn belavkirin. Derbarê mijara dezefenkteyê Rêveberiya Şaredariya Gel a Efrîn û Şehbayê Selwa Hemdo axivî. 
 
'Divê em civaka xwe li dijî xeteriya vîrûsê hişyar bikin'
 
Selwa di destpêka axaftina xwe de balkişand ser xeteriya Vîrûsa Korona û wiha domand: "Vîrûsa Korona ev demeke li tevahî cîhanê belav bû, gelek kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Heta niha Vîrûsa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatiye dîtin, lê ji bo ku em xwe ji vê vîrûsê biparêzin û nehêlin di nava me de belav bibe, divê em civaka xwe li dijî xeteriya vîrûsê hişyar bikin û tedbîrên pêwist bi cih bînin. Em wek gel di heremên dorpeçkirî de dijîn û derfetên me jî kêm in, heta di nexweşxaneyê me de derman jî kêm in. Ger ev vîrûs di nava me de belav bibe dê bandorek neyînî li ser civaka me çêbike.
 
'Hemû  sazî, dezgeh, kolan û kampên heyî hatin dezefenktekirin'
 
Selwa di dewama axaftina xwe de balkişand ser rola şaredariya Efrîn û Şehbayê û wiha dom kir: "Weke şaredariya gel li gor derfetên heyî me dest bi dezefenkteyê kir û heta niha jî dewam dike. Her wiha amûrên paqijiyê li şêniyên Efrîn û Şehbayê hatine belavkirin. Me beriya demekê jî sazî, dezgeh, kolan û kampên heyî dezefengte kir û em ê van rojan jî gundewar, navçe û hundirê malan jî dezefenkte bikin. Her wiha dê komîteyên avê jî serdana malan bikin û gel hişyar bikin."
 
'Em ê gelê xwe ji Vîrûsa Korona biparêzin'
 
Selwa herî dawî diyar kir ku pêwist e gel biryarên ku hatine girtin pêk bînin û wiha pê de çû: "Divê hemû gelê me li gor tedbîrên ku hatine girtin tev bigerin. Divê çarçoveyê de her jin li qadên jiyanê berpirsiyar e û divê berpirsiyariyên malbata xwe jî  pêk bîne. Weke şaredariya gel em ê ji bo parastina gelê xwe her li ser piyan bin û li gor biryarên Rêveberiya Xweser gelê xwe ji Vîrûsa Korona biparêzin."