ROJEVA 28’Ê ADARA 2020’AN

  • 09:00 28 Adar 2020
  • Rojev
 
 
*Rêveberiya Şaredariya Gel a Efrîn û Şehbayê Selwa Hemdo ji bo parastina ji Vîrûsa Korona axivî û got: "Dezefenkte ji bo xweparastina ji Vîrûsa Korona girîng e, divê gelê me li gor tedbîrên ku hatine girtin tev bigerin." DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu têkîldarî pêvajo û bandora vîrûsa koronayê  ya li ser  civakê  û  ekolojiyê de axivî. Îdîlê got ku sedema vê vîrusê û nexweşiyê tunekirina xwezayê ye.
 
*Hevşaredara HDP’ê ya Silopiyê  Adalet Fîdan, Derbarê xebatên xwe yên li dijî vîrusa koronayê de ku dikin de axivî û anî ziman ku xebatên wan bi hemû hêza xwe didomin BI DÎMEN
 
*Şewba Vîrûsa Koronayê(Kovîd-19) her ku diçe belavtir dibe divî warî de jî   cihên herî xeter girtigeh in.  Parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay û Feleknas Uca li ser pakêta darazê û ewlehiya girtiyan nirxandin kirin. BI DÎMEN
 
*Sitranbêjên Kurd ji bo girtî bi taybetî jî girtiyên sîyasî serbest werin berdan bûn denge girtiyan û bang li hemû keksî kirin ku ji bo girtiyên sîyasî denge xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin.
 
*Endama Heyva Sor a Kurdî Mecdulin Zeyno li ser çêkirina rûpoşên li dijî Vîrusa Korona axivî û got: "Ev kargeh, rûpoşên tenduristî ya tibî çêdike. Ji bo em şêniyên Efrîn û Şehbayê li hember  Vîrûsa Korona biparêzin, em hewil didin."  DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Jinwar Ahîn Çiya têkoşerên hefteya qehremaniyê bi bîr xist û wiha got: "Bi saya van qehremanên ku em îro qala wan dikin, hebûna kurd û rûmeta me hat parastin. Şoreşa me bi vîn û keda qehremanan bi ser ket û pira azadiyê ji bo kurdan hate destnîşankirin."
 
*Yekemîn runiştina Elîf Kisa ya 64 salî di yekê nîsanê de ye. Elîf bi hinceta ku dema çûye hevdîtina girtiyekî jê re cil û pere biriye sûcdar hat dîtin û hat girtin. Parêzerê Elîfê, Ozgur Çikin got li holê sûcek tune ye û got wê li dijî feraseta ku muxalîfan wek endamên rêxistinê dibînin parastinê bikin. Keça wê Hatîce Ozdemîr jî ji bo dayika xwe banga piştevaniyê kir.
 
*Seroka TKDF’ê Canan Gullu diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de hewl tê dayîn di pakêta darazê de ji bo sûcên êrîşa zayendî ceza bê daxistin û vê ji xwe re dikin derfet û got: “Di pêvajoya vîrusê de ji karasetên nû re zemîn tê amadekirin.”
 
*Ayfer û Gamze yên endamên Egîtîm Senê, di perwerdehiya ji dûrv e de dîmenên ku di naveroka wan de şîdet hene, nirxandin û gotin: “Tu îfadekirina van dîmenên ku zirarê dide cîhana hundir ya xwendekaran tüne ye. Divê ev naverokên ku tu eleqeya wan di zanistê de tune û ne li gorî pedagojiyêne bên rakirin.”
 
*Parêzer Gulîzar Tuncer, diyar kir ku 3’emîn Pakêta Darazê ya hikûmetê amade kiriye, berdewama zîhniyeta tolgirtinê ya dewletê ye û got: “Yên dixwazin muxalefeta rast pêk bê divê dengê xwe li dijî pakêtê xurtir derxînin. Hewce bike bila dakevin kolanan. Em niha denge xwe bilind nekin piştre  tu wateya wê namîne. Wê mirov li girtîgehan terkî mirinê bên kirin.”
 
*Garîbe Gezar a ji girtîgeha Tarsusê surgunê girtîgeha Bunyan a Jinan ya Qeyseriyê hat kirin, li hucreya ku bi rojane girtiye dest bi grevê kir. Xwişka wê Asya Gezer diyar kir ku tu hewcedarî û daxwazên wê pêk nayên û got: “Heta daxwazên wê neyên cih wê grevê bidomîne.”
 
*Hevseroka SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku wê di qada sendîkal de potansiyela jinan zêde bikin û hejmara endamên jin zêde bikin û got: “ Jin di çarçoveya hêza kar a erzan de tên nirxandin û keda wan nayê dîtin. Em ê jî li dijî vê têkoşîna xwe bimeşînin.”