Meclîsa Gel a Mexmûrê: Em ji Rêveberiya Xweser alîkarî dixwazin

  • 17:12 27 Adar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê li dijî vîrûsa koronayê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkarî xwest.
 
Her ku diçe bîlançoya vîrûsa koronayê li cîhanê giran dibe. Li gorî daneyên îro hatî parvekirin hejmara kesên ji ber vîrûsa korona mirin derket 24 hezarî û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî 533 hezarî derbas kir. Hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî di nava 24 saetan de 60 hezarî derbas kir û ev hejmara gehişt 533 hezar û 229’an.
 
Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nameyek ji Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şand û diyar kir ku ji ber ku ambargo li ser wargehê heye di hêla tenduristî de nikarin xwe bigihînin alavên pêwîst ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê  alîkarî xwest. Derbarê mijarê de jî daxuyanî hat dayîn û daxuyanî ji hêla hevseroka Dîwana Meclîsa Gel Evîn Teyboxa ve hat xendin. 
 
'Em bi zehmetiyan re rûbirû ne'
 
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Wekî tevayî gelên cîhanê em di pêvajoyeke giran û zehmet re derbaz dibin. Lê ji ber şer û êrîşên dijwar yên li ser me, Gelê Kurd rewşa xwe ji gelên din cuda ye. Her wiha di aliyê li beramberê pêvajoyên tengezar têkoşîn dayîn û bicihanîna pêwîstiyan de em bêhtir bi zorî û zehmetiyan re rû bi rû dimînîn. 
 
'Her çar parçe dibin xeterê de ye' 
 
Îro gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê dibin xetere û metirsiyekê de ye. Ligel vîrusa korona ya tevayî cîhan xistî bin bandora xwe, li Tirkiyê êrîşên dewleta faşîst a li ser vîna gel, li aliyê din di nava ew qas alozî û jiyana zehmet de darvekirin û girtina ciwanên Kurd ji hêla rejîma xwinmij ya Îranê ve, li Rojavayê Kurdistan ya bi êşên mezin re rû bi rû mayî, bi sed hezaran gel derbederbûyî êrîşên çeteyên dewleta Tirk û qutkirina ava herêmekê bi tevayî û li Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê bi hemû leza xwe berdewam in. Hem ev êrîşên heyî hem jî dabînnekirina pêwîstiyên gel di nava vê rewşa aloz ya derketina nexweşiya koronayê de, gelê me bêhtir xistiye tengasiyê û ev rewş li ser pêşeroj û jiyana gelê me metirsiyê çêdike.
 
'Aliyek êrîş û aliyek jî vîrûs heye'
 
Weke gelê Mexmûrê çawa Gelê Kurd bi zorî û zehmetiyan re rû bi rû ye, rewşa me û jiyana me ji ya wan ne cuda ye û em jî bi astengiyên jiyanê re rû bi rû ne. Hem ji ber herêma nearam ya em tê de ku li milekî xetereya DAIŞ’ê, li milê din ambargoya li ser gelê me bi mehane tê meşandin, hem ji hatin û belavbûna vîrûsa korona, xetere û metirsiya li ser gelê me zêde kiriye û em niha bi pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû ne. Her roja derbaz dibe pirsgirêk û zehmetiyên di her aliyê jiyanê de zêde dibin û em nikarin çareseriyan bi pêş bixin. Li aliyekê qedexeya hatin û çûyînê, li aliyekî ambargoya li ser me tê meşandin û li aliyê din ji tu cihan ve nebûna piştgirî û alîkariyê, em xistine nava çarenûseke nediyar û bi xetereyeke jiyanî re rûbirûbûn pir nêzîk e. Hem di aliyê aborî û dabînkirina pêwistiyên jiyanê, hem ji aliyê pêwistiyên tenduristî de em zoriyê dikêşin. Ji bo derbazkirina vê pêvajoyê û ji bo bicihanîna pêwîstiyên gelê me, divê herî zêde rêxistin û derdorên Kurd guh bidin dengê me û alîkariya me bikin.
 
'Ji bo tevahiya Gelê Kurd pêşetineke mezin e...'
 
Ji bo vê di serî de em serkeftina Saziya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê di aliyê diyarkirin û tespîtkirina vîrûsa korona de li gel saziya Swêdê bi destxistî, pîroz dikin û keyfxweşiya xwe tînin ziman. Ji bo rûbirûbûna têkoşîna li dijî vîrûsê ev pêngava ji hêla bijîşkên kurd ve hatiye avêtin, ji bo cîhanê û ji bo tevahî Gelê Kurd pêşketineke mezin e û cihê şanaziyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev dîtina nû ji bo têkoşîna gelan a li beramberî vîrûsa korona bibe hêviyek û wê mirovahî di têkoşîna li dijî koronayê de sûdê jê wergire. 
 
'Em bawerin ku Rojava dê alîkariyê bike'
 
Wek gelê Mexmûrê em bang û daxwaz li Saziya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê dikin ku di demeke nêz de ev alavên tesbîtkirina vîrûsa koronayê bigihînin destê saziya tenduristiyê ya wargeha Mexmûrê û di vî milî de ji bo me bibin alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku wê di vî alî de piştgiriya pêwîst ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo me were nîşandan.
 
Ji bo têkoşîna li dîjî vîrûsa korona ya di alî tenduristî de derketî û têkoşîna bicihanîna pêwistiyên gel ên jiyanî ku dibe vîrûseke din a ji hêla dewletên desthilatdar ve derketî pêwîstî bi hevkarî û hevgirtinê heye. Ji ber ku ya îro em jiyan dikin û pê re rûbirû dimînin, ne tenê nexweşiya ji ber vîrûsê derketiye, tengezariya herî mezin vîrûsa mirov û desthilatdarên bê wijdan û dij zagonên navneteweyî derxistî holê ye.
 
'Guh bidin dengê me' 
 
Wek gelê penaber em bang li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dikin ku hem di aliyê gihandina kît û alavên tespîtkirina vîrûsa korona, hem di aliyê maske, cîhazên oksîjen, derman, cilên taybet û kel û pelên din ên tibî û hem jî di aliyê dabînkirina pêwîstiyên jiyanî de ji me re bibin alîkar û piştgiriyê bidin me. 
 
Heman bangewazî em ji bo tevahî saziyên mafên mirovan û saziyên tenduristiyê yên her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku guh bidin dengê me û di vê têkoşîna jiyanê de li rex me cih bigirin û ji bo rûbirûbûna zorî û zehmetiyan re ji me re bibin alîkar. Bi hêvî û baweriya wê mirovahî bi ziyanên hîn kêmtir ji vê vîrûsa koronayê rizgar bibe, rêz û silavên xwe pêşkêşî we dikin."