Songul Korkmaz: Hevserokatî xeta me ya mor e

  • 15:29 27 Adar 2020
  • Rojane
ÊLIH - Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz ku hatibû binçavkirin û pişte hatibû berdan anî ziman ku ew ji feraseta şaredartiya jinê naqerin û wiha got:”Hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê heta dawî vê têkoşînê berdewam bikin.”
 
Di 23’ê Adarê de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin. Di encama serdegirtina malan de Hevşaredarên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demir hatin binçavkirin. Piştî îfadeya wan bi şerdê qedexeya derketina derveyî welêt serbest hatin berdan. Têkildarî mijarê li avahiya HDP’ê ya Êlihê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de Songul Korkmaz û Mehmet Demir axivîn. 
 
‘Hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê heta dawî vê têkoşînê berdewam bikin’
 
Songulê anî ziman ku tayinkirina qeyûman derbeyek li dijî demokrasiyê ye û wiha got:”Em vê neheqiyê qebûl nakin. Dema em hatin hilbijartin Muduriyeta Polîtkiya Jinê girtî bû. Dema em hatin me vekir Bi tayinkirina qeyûman dîsa destkeftiyên jinê hedef hatin giritin. Hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê heta dawî vê têkoşînê berdewam bikin.”
 
‘Qeyûm derbeya li dijî demokrasiyê ye’
 
Songulê got:”2 salan Şaredariya Êlihê qeyûm bi rê ve bir. Lê tu xizmet nekir. Tenê ji şexsan hat pêşkêşkirin. Me bi sêsed û 7 milyon dehnî şaredarî dewir girt. Tevî vî deynî me dîsa jî xizmeta xwe kir. Ne ji qeyûm ba me yê febrîqeya nan vekira. Me yê li gelê xwe yê ji ber Virusa Korona nikaribûn derketan belav bikira. Qeyûm derbeya li dijî demokrasiyê ye.”