Li Mexmûrê ji bo girtiyan daxuyanî hat dayîn

  • 13:41 27 Adar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Malbatên girtiyan ên Mexmûrê ku zarokên wan bi doza siyasî li girtîgehên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê têne girtin bi daxuyaniyek nivîski bal kişandin xeteriya li ser girtiyên li zindanan. Di daxuyaniyê de hat daxuyakirin ku şert û mercên zindanan û rastiya nexweşiya ku rê li ber encamên giran vedike ji bo girtiyan bi taybet xeteriyeke mezin dide avakirin. 
 
Malbatên girtiyan ên Mexmûrê ku zarokên wan bi doza siyasî li girtîgehên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê têne girtin bi daxuyaniyek nivîski bal kişandin xeteriya li ser girtiyên li zindanan. Weke tê zanîn nexweşiya korona ya li Çînê dest pê kir û belavî cîhanê bû di demek kin de ji bo tevahî gelan gihişt asta xeretiyek mezin û bi lez û bez belav dibe. Di vê rewşê de yek ji kesên ku herî zêde di bin xeteriyê de ne girtiyên li zindanê ne. Malbatê Girtiyan bi daxuyaniyek nivîski bal kişandin ser vê xeteriyê û bêyî ku ferq û cudahî were kirin bi awayekî lez pêwistiya berdana girtiyan anî ser ziman. 
 
Daxuyanî li ser navê Malbatên Girtiyan ji aliyê Şîmal Enver hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Faşîzma AKP’ê û MHP’ê ku li Kurdistanê û li her dera cîhanê dijminahiya Gelê Kurd dike, ev zihniyeta faşîst tenê ji bo saltanata desthilatdariya xwe dirêj bike li her derê êrişî Kurd ên azad dike. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê, ji aliyê AKP-MHP’ê siyasetek qirkirinê didome.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi zêdekirina awahiyên zindanan, tê armancakirin ku îradeya Gelê Kurd di korîdorên girtihega de ji holê rake. Lewra îro em dibînin, ji sedan 90 girtî û hikumxarên siyasî yên di girtigehên Tirkiyeyê de Kurd in. Di şert û mercên herî giran yên van girtigehan de, girtî rojane rastî her cure bê mafî û bêqanunî tên. Ev bê dadwerî gihiştiye astekî hemu pîvanên gerdûnî binpê bike. Di serî de ev sîstema tecrît û îzolasyonê li Girava Îmraliyê di kesateya Rêber Apo de li hemû girtiyên azadiyê tê kirin. Ev polîtikaya êrişkar ya berhema desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê, di rewşên herî awarte yên jiyanî de jî, kêmek jî ji vê dijminahiya xwe nehatiye xwar. Weke tê zanîn di nav van du mehên dawiyê de nexweşiyek derketiye bi navê Vîrusa Corona (Covid-19), li seranserê cîhanê belav bûye. Di vê dema kurt a nexweşiyê de  jiyana piranî welatên cîhanê ketiye  bin metirsiyeke mezin de. Ji ber taybetmendiya nexweşiyê kujer e, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane, bi sed hezaran jî ketine karantîna û bi vî awayî jiyana asayî felç kiriye. Di vê rewşa kambax de rûxmê şiyariyên saziyên pêwendîdar ên cîhanê ji bo vê virûsê, lê desthilatdariya dagirker a Tirk ne ji derve ne di zindanan de tû tedbîr ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê negirtiye. Berovajî ji nedîtî ve hatiye, bi kurtasî girtî bi mirinê re rû bi rû hêlaye. Li Tirkiyeyê girtigehên ji kapasîteya xwe zêdetir bi girtî û hikumxawaran tijî ne. Ev hejmarek pir zêde ye, ji ber vê tenduristiya girtiyan di rewşek pir xirab û ne guncav de ye. Heger ev virus belavî zindanek tenê jî bibe, ji xwe di rewşa heyî de girtî di aliyê pêwistî û tenduristî de nikarin xwe biparêzin. Ji ber ku ev derfet di girtîgehê de tune ye û guman heye ji ber vê şewba nexweşiyê kerasetek pir xirab rû bide. Her çiqas ji bo vê şewbê efoyek xistibin rojevê jî, lê di bingeh de armanc û nîyetek AKP’ê û MHP’ê ya berdana girtiyên siyasî nîne. Di vê paketê de cih dane berdana girtiyên narkotîkê, kûjer û tecawîzkaran, lê bi ti şêwazî girtiyên doza siyasî yên weke: jin, ciwan, siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen, parêzer, rewşenbîr, rojnamevan û çalakvanên siyasî di vê paketê de nebûne mijara gotinan jî. Ji ber belavbûna vê şewba nexweşiyê gelek saziyên cîhanî jî ji bo zindan venegerin navendên mirin û înfazan divê di demek herî zû de bê ferq û cûdahî, girtî werin azadkirin.”
 
Li ser can hesasiyetan em jî wek malbatên girtî yên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî yên li girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye ku bi salan e di rewşa sîstema tecrîd û îzolaasyonê de têne girtin bang dikin. Divê demildest saziyên pêywendîdar yên weke CPT, NY û saziyên dibêjin em mafê mirovan diparêzin  bi erka xwe rabin û destpêkê xwedî li bangên xwe derbikevin. Li ser vê esasê di serî de dawî li tecrîda Îmraliyê bê anîn, rewşa Rêbertiya gelê Kurd were asayîkirin û di şert û mercên heyî de azadiya wî yê fîzîkî were mîsogerkirin. Bi vê re hemu girtiyên ji doza siyasî hatine girtin, bê ku dem were wendakirin, bê ku ev vîrusa kujer a mîna dijminê Gelê Kurd ê desthilatdariya Tirkiyê belavî zindanan bibe rojek ji a din zûtir hemu girtiyên siyasî werin berdan û girtî bigehin azadiya xwe ya fîzîkî.”
 
Daxûyanî bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Zindanan, Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.