Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava banga alîkariyê kir

  • 09:25 27 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistanê ji bo xweparastina ji Virûsa Korona banga alîkariyê ji bo Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
 
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku bê ku dereng bimîne divê hemû alavên pêşîlêgirtina vîrusê ji bo sed hezaran kesên muhtaç ên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were şandin.
 
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye:
 
“Wek tê zanîn Vîrusa Korona (Covîd-19) bi lez li cîhanê belav dibe. Ji wan deveran ku vîrûs lê belav bûye, welatên cîranên Sûrî, Lubnan, Urdûn, Iraq û Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê xeterî heye ku vîrus derbasî nava Sûriyeyê jî bibe. Bêguman ev yek wê bandorê li Rojavayê Kurdistanê jî bike.
 
Di rewşa heyî de li Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran kesên di encama êrîşên dewleta Tirk de ji cih û warên xwe bûne, li nava kampan dimînin. Ji ber şertên giran mirovên koçber nikarin xwe li hemberî vîrusê biparêzin. Lewma xeterîya li ser van mirovan zêde ye.
 
Mîna gelek deverên cîhanê, li Rojava jî ji bo xweparastina li hemberî Korona, mirov ji malên xwe dernakevin, xebat li saziyan hatin betalkirin û deriyên dibistan û zanîngehan hatin girtin. Lê tevî van tedbîran jî xeteriya belavbûna vîrusê li herêmê zêde ye.
 
Bi taybet ji ber şer û êrîşên ku ev 9 sal in dewam dikin, derfetên jiyanê û peydakirina alavên dermankirina û xweparastina ji vîrûsê kêm in. Di rewşa heyî de pêdiviya Rojava bi cîhazên tesbîtkirina vîrûsê, alavên paqijkirinê û cîhazên nefesê zêde ye.
 
Li hemberî vê pirsgirêkê, rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîsyona Tendirustiyê banga hişyariyê li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî kirin da ku erkên xwe bicih bînin.
 
Em Heyva Sor a Kurdistanê, bang li aliyên pêwendîdar dikin da ku li hemberî belavbuna Vîrusa Koronayê, destekê bidin Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
Bêyî ku dereng bimînin, lazime hemû alavên pêşîlêgirtina vîrûsê ji bo sed hezaran kesên muhtaç were şandin.”