Betul Unsal: Windabûna Gulîstanê parçeyek ji êrîşên taybet e

  • 09:06 27 Adar 2020
  • Rojane
Medya Uren - Berîtan Canozer
 
AMED - Di ser wendabûna Gulîstan Doku re 3 meh derbas bûn û hîna ne hatiye dîtin. Betul Unsal li ser wendabûna Gulîstan ji ajansa me re axivî. Bedriyeyê diyar kir ku li ser Kurdistanê êrîşên taybet tên kirin û windabûna Gulistanê jî parçeyekî van êrîşan e.
 
Xwedevana zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku a ku di 5’ê Çileyê de li Dêrsimê hatiye wendakirin hîna ne hatiye dîtin. Li cihê bûyerê bi hênceta întiharê demek dirêje xebatên lêgerînê di avê de tên kirin. Lewra li ser vê lêgerînê gelek bertek ji aliyê jianan ve tê nîşandan, lê walî di vê lêgerîna xwe a tenê li ser avê hatiye sînordar kirin bi israr e.  Ji Gulîstana ku 3 mehe wenda qet xeber nehatiye girtin ango derbarê wê de tu nîşane ji nehatine dîtin. Malbata Gulîstan jî li Dêrsimê li benda xeberekê ne.  Berdevka Meclîsa Ciwanên a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Betul Unsal da zanîn ku ev buyerên diqewimin nîşaneyên êrişên taybetin û li ser vê yekê nirxandina xwe bi ajansa me re parve kir.
 
‘Dixwazin buyerê binixumînin’
 
Betul, diyar kir ku wendabûna Gulîstan Doku bi serê xwe rewşeke ne ji rêzê ye û divê wisa lê neyê temaşekirin.  Ji serî de hinek kesan dixwestin ser bûyerê bigirin û got dixwazin ferasetek wisa di hişê gel de biafirînin ku Gulîstan întixar kiriye. Bedrîye wiha berdewam kir: “Dibe ku Gulîstan întixar nekiribe û îhtimalek wisa jî heye.  Walîtî û emniyeta polîsan bi israr dixwazin buyerê binixumînin. Hevalê Gulîstan Zaynal ji ber ku kurê Polîse tê parastin. Zaynal û malbata wî dizanin Gulîstan li ku ye, lê emniyet di vî derbarî de lêgerînek baş neda meşandin. Li gorî vê yekê divê em bizanin ku wendabûna Gulîstan  Doku ji polîtîkayên heyî ne dure û girêdayî vê ye. Zêdekirina komkujiyên jinan û şÎdeta li ser jinan rûyê diyarker ê vê rewşê ye. Malbata Gulîstanê bi qasî 2 mehan li Dêrsimê man li benda xeberekê. Lê agahiyek rast ji malbatê re nehatiye dayîn.”
 
‘Li Kurdistanê polîtîkayên şer di meriyete de ne’
 
Betul got Dersîm cihekî biçuk e, li cihekî wiha biçûk ango ewqas ewlekariyên tund lê tên girtin û li gel vê windabûna jinkê divê ji rêzê neye dîtin. Bedriye wiha berdewam kir: “Li Kurdistanê polîtîkayên şer bi awayekî giran ketine meriyetê. Ev polîtîka û şer her roj zêdetir dibin. Li ser ciwanan ango bi taybet li ser jinên ciwan polîtîkayên asîmlasyon, fuhuş û hişbirê didin meişandin. Îtifaqa AKP û MHP’ê dixwaze ciakek nexweş biafirînin. Qetlîama jinan ji parçeyek ji vê armanca îktidarê ye. Hişmendiya mêr li her deverî serdestiya xwe li ser jinê dide pêkanîn. Ji bo jin di civakê de were îzolekirin û tunekirin di nava lêgerîneke mezin de ne. Em di ferqa van polîtîkayan de ne û em ê nehêlin ev polîtîka li Kurdistanê bi bandor bibin. Em ê li dijî van êrişan li her deverî xwe rêxistin bikin.”
 
‘Emê li pey Gulîstan bin’
 
Betul diyar kir ku  Ciwan hêza veguherîn û veguherandina civakê ne û got destkeftiyên me hene ku divê em xwedî li van deskeftiyan derkevin. Bedriye wiha dawî li axaftina xwe anî “: Têkoşînek li hemberî hişmendiya deshilatdar a mêr em didin meşandin heye, ango armanca me ew e ku em vê hişmendiyê veguherînin. Em ê li pey  şopa Gulîstanê bin, çi lê hatiye kirin em ê derxînin holê. Em ê di kesayeta Gulîstan de hesabê jinên hatine qetilkirin û wendakirin bixwazin. Walî û emniyeta Dêrsimê divê ji bo lêgerînê xebatên berfirehtir bidin meşandin. Lewra ev lêgerîn bi avê re sînordar maye. Divê rewşa welat nebe astenga lêgerînê. Gulîstan bi me nadin ji bîr kirin. Em ji hemû ciwanan dixwazin ku li hemberî êrişên tayber û qetlîamên jinan xwe bi rêxistin bikın. Bi riya rêxsistinê em ê bikarin van polîtîkayan vale derxin.”