Şebnem Korur Fîncanci: Berdana girtiyan mafê wan ê jiyanî ye
- 09:04 27 Adar 2020
- Rojane
Zeynep Durgut
AMED - Li Tirkiyeyê li gel zêdebûna vîrûsa koronayê girtîgeh bi gefeke mezin re rû bi rû ne. Wekî tedbîr paketa darazê di rojevê de ye. Lê di naveroka 3’yemîn pakêta darazê ya wek ‘Qanûna Efûyê’ di raya giştî de hat dîtin, tê gotin ku wê Girtiyên siyasî ji pakêtê sûdê negirin. Der barê paketê de HevserokaTİHV’ê û Prof.Dr Şebnem Korur Fîncanci ji ajansa me re axivî.
Li seranserî cîhanê de hejmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê mirin gihişt asta herî bilind û heta niha bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî bi şewbê ketine. Li Tirkiyeyê jî bi vîrûsa koronayê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da bi sedan kes jî bi şewbê ketine. Bi belavbûna vê şewbê re girtîgeh jî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Wek tedbîr paketa darazê di rojevê de ye. Lê di naveroka 3’yemîn pakêta darazê ya wek ‘Qanûna Efûyê’ di raya giştî de hat dîtin, tê gotin ku wê Girtiyên siyasî ji pakêtê sûdê negirin.Têkîldarî mijarê Hevseroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Prof.Dr Şebnem Korur Fîncanci nirxandin kir. Şebnemê diyar kir ku di pêvajoyeke wiha de berdana girtiyan mafê wan ê herî mirovane ye û got ku beriya ev şewb li girtîgehan belav bibe divê tedbîr bên girtin.
‘Berdana girtiyan mafê wan ê jiyanî ye’
Şebnemê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê di qanûna efûyê de kesên ku sucên civakî pêk anîn cuda bên nirxandin û wiha axivî:” ”Berî her tiştî, pêwîst e ku girtî zûtir serbest bên berdan, darizandin dikare bi rêya Dadgehên Ceza ya Sulhê jî bên kirin. Bêguman, yên ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê, îşkence, destdirêjiyê, êrîşa zayendi ya li dijî zarokan jî divê cuda bêne nirxandin. Bi kêmkirina hejmara girtiyan wê pêşiya şewbê bigire. Berdana girtiyan mafê wan ê jiyanî ye. Sînordarkirina avê divê li girtîgehan tune be, alavên paqijkirinê û demjimêrên zêde yên tenduristî divê hebin. Divê derfetên têkilîdanîna girtiyan ya bi malbatan re bên zêdekirin û hevdîtinên bi têlefonê jî bên zêde kirin.”
‘Dibe ku texrîbatên meznin pêk bên’
Şebnemê di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên nexweş û got ku di rewşeke wiha de girtiyên nexweş wê nikaribin xwe bigihijin her xîzmeteke tendûristiyê û wiha pê de çû:”Divê girtiyên nexweş bi lez bên berdan. Ji ber ku nexweşiyên kronîk bi wan re hene û ger ev nexweşî derbasî wan bibe ew ê nikaribin pê re tebikoşin. .Di van şertan de, ew ê nikaribin xwe bigihînin her xizmeta tendûristiyê. Di şetên heyî de li gel pêkanina hewceyiyan dibe ku pergal bi vê pirsgirêkê re dernekeve serî. Her çend zarok bi vê nexweşiyê zede naêşin jî metirsiyek heye ku zarok li seranserî girtîgehan belav bikin û ev jî wê bi xwe re pêşiya texrîbateke mezin veke.”
‘Kesên girtî di bin xeterê de ne’
Şebnemê dest nîian kir ku kesên ku koma xetereyê de cih digirin hewceye ku bi lez bên berdan û ev tişt anî ziman:” Divê hemû kesên ku nebûne sedema binpêkirina mafê jiyanê û yên ku ne çekdar in bi lez werin tehliyekirin. Sînorê temenî jî ne watedar e, ji ber ku yên di bin şert û mercên jiyanê de girtî ne jî dikarin di koma xetereyê de bên dîtin.”
‘Divê girtî xwe baş biparêzin’
Şebnemê di dawiya axaftina xwe de ji girtiyan re pêşniyarên xweparastinê kirin û wiha bi dawî kir:” Paqijî girîng e. Bi taybetî divê wargeh bi klorînê bên paqijkirin, destên xwe 20 saniyayan bişûn. Divê kincên xwe bi ava zede germ bişon an jî pêşniyar bikin ku bên şûştin.”