‘Xwedî li vîn û hevşaredarên xwe derbikevin’

  • 09:03 27 Adar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag, derbarê tayînkirina qeyûmên ku tayînî şaredariyen HDP’ê hatin kirin de nirxandin kir û got:” Îqtîdar li şûna ku bi vîrûsa koronayê ya gefê li tevahiya cîhanê dixwe têbikoşe li dijî kurdan operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Li dijî van pêkanînan divê em xwedî hevşaredarên ku vîna me ne derbikevin. Li dijî vê bêhiqûqiyê em ê bi hev re denge xwe bilınd bikın.”
 
Di van rojên ku Tirkiye jî di nav de hemû cîhan bi virusa koronayê re têdikoşe, Wezareta Karê Hûndir a Tirkiyeyê qeyûm tayînê Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Êlih, navçeyên Erxenî, Farqîn, Lîcê û Gêlê yên Amedê, navçeya Norşîn a Bedlîsê, bajarokê Xalfelî ya Îdirê û bajarokê Ciwanîka Sêrtê kirin. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag  derbarê qeyûmên ku tayînê şaredariyan hatin kirin de axivî û bertek nîşanê qeyûman da.
 
Sabuha, bi bîr xist ku  îqtîdara AKP’ê qeyûm tayînê 8 şaredariyên wan kirine û wiha got: “Îqtîdar li şûna ku bi vîrûsa koronayê ya gefê li cîhanê dixwe re têbikoşe li dijî kurdan operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Em bang li hemû raya giştê ya cihanê, demokratan, gel û kesên bi wîcdan dikin ku li îradeya gelê kurd ku hatye xespkirin xwedî derkevin.” 
 
‘Xwedî li vîn û hevşaredarên xwe derbikevin’
 
Sabuha, didirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li cihanê, Tirkiyê û Kurdistanê yekem mijar vîrusa koronayêye û têkoşîn pê re tê kirin. Ji ber tehdîda vîrusa koronayê ku ji ber kesên ji Îranê tên wekî bajarên Agirî, Wan, Colemêrgê hem ew bajar û hem ji gelek bajar ên din dibin xeteriyê de ne. Sabuha, wiha berdewam kir: “Em helwesta Îqtîdara AKP’ê ku qeyûm tayînê şaredariyên me kir, hevşaredarên me kirin binçavan hewm wekî darbeyek li dijî vîna gel û hem jî wekî darbeyek li dijî têkoşîna bi vîrusa koronayê re dibînin. Em vê qebûl nakin û nas nakin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li vîn û hevşaredarên xwe derbikevin.”   
 
‘Em ê bi hev re têbikoşin’
 
Sabuha, tayînkirina qeyûman şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civak ji ber şewba koronayê ya kurevî bi pirsgirêkên jiyanî, fîzîkî û aborî re rû bi rû ne. Îqtîdar beriya qeyûm tayînê şaredariyan bikira divê pêşî li tendûristî û parastina gel bifikiriya. Bi tayîn kirina qeyûm re pêşî li şaredariyên ku li dijî Covîd-19 tedbîr digirtin girt, darbe li xebatên ji bo tendûristiya gel û parastina tendirustiya wan kir. Ev biryar hem vîna hilbijêran û hem jî tendûristiya gel tune hesibandine. Em dixwazin hevşaredarên ku ji peywirê hatin dîsa vegerin ser karen xwe.  Ji berk u ev hem pêwistiyeke civakî û hem jî hiqûqî ye. Banga me ji hemû gelan re ye ku li dijî polîtîqayên qeyûman saet 20.00’an de derkevin li şaneşînên xwe çalakiya dengderxistinê pêk bînin. Em ê bi hev re  xwedî hevşaredar û vîna xwe derbikevin. Li dijî vê bêhiqûqiyê em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin.”