Ji Mexmûra ku ambargo li ser didome li dijî vîrûsê banga alîkariyê hat kirin

  • 17:41 26 Adar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Demokratîk a Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyek bal kişand belavbûna vîrûsa koronayê û gotin: "Li vir ji ber ambargoya heyî derfet kêm in. Em bang li saziyên herêmî, yên navnetewî, saziyên tenduristî, Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta herêm û hikûmeta navendî ya Iraqê dikin ku bila guh bidin dengê me."
 
Her roj bîlançoya vîrûsa koronayê diguhere û bi tevahiya cîhanê bi bandor bûye. Meclîsa Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek bal kişand ser rewşa wargehê. Daxuyanî ji hêla Hevşaredar Rojîn Yusuf ve hat xwedin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê li hemberî wargehê bêdeng nemînin.  
 
Daxuyaniya ku ji hêla meclîsê ve hatî dayîn wiha ye: "Tevayî gelên cîhanê, saziyên navnetewî û bi taybet saziyên tenduristiyê ve tê zanîn ku cîhan bi karesatekî mezin re rûbirû ye. Virûsa ku li Çînê derketî bi lezekî mezin li tevayî welatên cîhanê belav bû. Vîrûs bû sedema mirina bi deh hezaran mirovî û nexweşketina bi sedhezaran kesan. Bi belavbûna vîrûsê ve rewşa mirovan ket nava xeteriyeke mezin. Li gorî rewşa heyî dawî lê anîna vê nexweşiyê nîne. Li gorî nîşaneyên belavbûn û windahiyên rojane dê encamên giran jî bi xwe re bîne. 
 
Tirs û xof her ku diçe mezin dibin
 
Em wekî penaberên Mexmûrê ji rewşa heyî bir bi guman in. Em berê xwe didîn welatên ku di hêla tendûristiyê de herî pêşketîne nikarin bi vîrûsa koronayê re têbikoşîn û bedelên mezin didin. Dema em rewşa xwe ya wargehê tînin beranberê hev guman û metirsiya heyî bi şêweyekî mezintir hîs dikin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Iraq nikare li dijî vîrûsê têkoşîna pêwîst bide û nikare bersivê bide hemwelatiyên xwe. Ev tişt jî tirs û xofa hemwelatiyên li Iraqê dijîn bêhtir mezin dike. 
 
Em bi xetereyên mezin re rûbirû ne
 
Wargeha Mexmûrê ji ber dorpêçê du caran bi zor û zehmetiyan re rûbirû dîmine. Em wekî penaberên ku li Iraqê dijîn bi zehmetiyan re rûbirû ne. Em bang li tevayî rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên tendûristiyê yên navnetewî dikin ku xwedî li wargehê derkevin û pêwistiyên gelê me bînin cih. 
 
Li herêma me roj bi roj ev nexweşî belav dibe û metirsiya li ser gelê me jî mezintir dibe. Ji hêla tu sazî û hikûmetan ve pêwistiyên me nayên cih. Alîkariyên ku tên kirin jî di asta herî kêm de ye. Ji ber ambargoya heşt mehin didome rewşekî nebaş derdixe holê. Em nikarin debara xwe bikin. Her wiha bi hatina nexweşiya vîrûsa korona em karesatekî mezin re rûbirûne. Wisa xuyaye ku em ê bi xeteriyên herî mezin re rûbirû bimînin. 
 
Roj bi roj jiyan bi zehmet dibe
 
Gelê me di sedema ambargoyê de di nava rewşekî tengezar de bû. Niha ji ber vê nexweşiyê ev tengezarî û zehmetiyên jiyanê roj bi roj zêde dibin û jiyan zehmet dibe. Hem di aliyê aborî, pêwistiyên jiyanê û her wiha pêwistiyên tenduristiyê de em di nava zehmetiyan de nin. Ji ber sedema qedexeya çûnûhatinê, di nexweşxaneyên wargehê de kêmbûna dermanan, pêdiviyên bijîşkan em nikarin çareser bikin. Ji bo penaberên li vir tu alîkarî nayên dayîn. 
 
Li gorî derfet û şiyanên xwe wekî penaber bi meclîs û saziyên xwe ve hin pêwist girtine û hi amadekarî jî kirine. Li wargehê bi alîkariya gel çend dibistan wekî cihên karantînayê hatin amadekirin. Heta niha ji vir tu alîkarî nehatiye dayîn. Lê belê derfet jî her ku diçin lewaz dibin û kelûpelên pêwîst ber bi xilasbûnê ve ne. 
 
Em banga bi hestiyariyê dikin
 
Heya niha nêzî 128 kesên ji bajarên derdor bi armanca parastinê di bin karantinayê de ne û nêzî 47 kes jî pêvajoya karantînayê qedandine. Jji bo wan eleqederiya tibbî hatiye nîşandan û şandine mal. Her wiha zêdeyî 100 hemwelatî niha di bin karantînayê de ne û eleqederiya bi wan re berdewame.
 
Weke gelê Mexmûrê em bang li saziyên herêmî, yên navnetewî, saziyên tenduristî, neteweyên yekbûyî, hikûmeta herêm û hikûmeta navendî ya Iraqê dikin, ji bo pêwîstiyên gelê ji me re bibin alîkar. Em di wê baweriyê de ne bi hewara gelê me yê penaber ve werin.”