Li Şehbayê dezefekteya li kuçeyan didome
- 15:34 26 Adar 2020
- Rojane
ŞEHBA- Şeredariya gel ên Efrîn û Şehbayê ji bo paristina gel a ji Vîrûsa Korona bi erebeyên agirkujê gund û navçeyan dezefengte dikin.
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Vîrûsa Korona tedbîrên pêwist tên girtin. Ji bo parastina gel a ji Vîrûsa Korona, şaredariya gel ên Efrîn û Şehbayê ruxmê derfetên kêm dest bi belavkirina dermanan kirin. Îro jî li navçeya Fafîn, Til Sûs, Til Qirah û hemû kolan bi erebeyên agirkujê hatin dezefektekirin.
Pêvajoya dezefekteyê li hemû gund û navçeyên Şehbayê didome.