Li Licê leşkeran bi ser malan de girtin
- 13:42 26 Adar 2020
- Rojane
AMED - Li gundên navçeya Licê leşkeran di operasyona leşkerî de bi ser mal, gom û axurên sewalan de girt.
Li gundên Zengê, Kerwes û Licok ên navçeya Licê ya Amedê, operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Di operasyona ku gelek yekîneyên taybet beşdar bûn de helîkopter û Wesayîtên Bêmiro ên Hewayî (ÎHA) jî piştgirî dan operasyonê. Di çarçoveya operasyonê de leşkeran bi ser mal, gom û axurên sewalan de girt û lê wan lêgerîn pêk anîn. Hat ragihandin ku lêgerîna li gundan hê jî berdewam dike.