Li Hewlêrê 3 kesên din jî bi Vîrusa Korona ketin
- 12:43 26 Adar 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federa ya Kurdistanê anî ziman ku li Hewlêrê 3 kesên din jî bi Vîrusa Korona ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federa ya Kurdistanê anî ziman ku li Hewlêrê 3 kesên din jî bi Vîrusa Korona ketine. Di daxuyaniya hat kirin de hat gotin yên bi vîrusê ketine yek jineke 32 salî ye û yên din jî mêrên 30 û 33 salî ne.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 103 kes bi virusê ketine û 2 kesî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 27 kes jî di encama tedawiyê de baş bûn.