Şaredariya Kobanê kolanan paqij dike

  • 12:35 26 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Şaredariya Kantona Kobanê ji bo rê li pêşiya Vîrûsa Korona  bigire û li herêmê neyê belavkirin, îro serê sibehê dest bi paqijkirina kolanan kir.
 
Vîrûsa Korona (Covît- 19) yekem car li Çînê pêş ket û paşê li tevahî cîhanê belav bû. Ji bo ev vîrûs li herêmê neyê belavkirin îro Şarederiya Kobanê dest bi paqijkirina kolanan kir. Tê payîn ku wê di demê pêş de Şaredarî bajar û gundan derman bike. 
 
Her wiha qedexeya derketina derve di roja xwe ya 4´an de berdewam dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Firatê duh ragihand ku di saet 06:00´ê sibehê de heya 16:00´an ji bo kesên ku derdikevin û pêdiviyên malê bigirin, dikarin derkevin. Ji bilî van saetan derketina derve qedexe ye.