Girtiyê bi nexweşiya giran qeyrana dil derbas kir

  • 11:10 26 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku girtiyê bi nexweşiya giran ê bi nave Sabrî Kaya yê li 2’yemîn Girtîgeha Tipa T ya Osmaniyeyê rakirina beşa lezgîn a nexweşxaneyê. 
 
Girtîgehan ji ber belavbûna Virusa Koronayê ji cihên herî bi xeter in. Ji bo girtîgehan jî hîn gaveke şênber a ji bo tedbîrgirtina Virusa Korona nehatiye avêtin. Her roj saziyên civakî, partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, parêzer ji bo serbestberdana nexweşên girtî bang dikin. Hikumet derbarê mijarê de bêdengiya xwe diparêze. Hat hînbûn ku girtiyê bi nexweşiya giran ê bi nave Sabrî Kaya yê li 2’yemîn Girtîgeha Tipa T ya Osmaniyeyê rakirina beşa lezgîn a nexweşxaneyê. 
 
Dilan Kaya ya ku ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî anî ziman ku bavê bi zaneyî bi talûkeyê rû bi rû hatiye hiştin. Dîlanê got:”Bavê min niha li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê ye. Dermanê Coumadin xwînê ron dike. Ji ber ku girtîgehê ev derman temîn nekir loma bavê min qeyrana dil derbas kir. Ji ber virusê nexweşxane jî ne ewle ye. Berê kesek ji ber virusê li vê nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Divê bavê min demildest bê tehliyekirin.”