Saziyên Elewiyan: Bila girtiyên siyasî serbest bên berdan

  • 10:44 26 Adar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Saziyên Elewiyan bi daxuyaniyek nivîskî li dijî efûya sûcdarên êrîşa zayendî kirine derketin û gotin:”Kesên ku fikra xwe û fikra xwe ya siyasî aniye ziman û niha di girtîgehê de ne divê serbest bên berdan.”
 
 Konfederasyona Yekîtiyên Elewî yên Ewropayê, Federasyona Alevî Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewî, Federasyona Weqfên Elewî, Komeleya Pir Sultan Abdal, Komeleyên Çandê yên Elewî, Komeleyên Elewî yên Demokratîk û Weqfa Çandê ya Anadoluyê ya Pir Sultan Abdal bi daxuyaniyke hevpar bertek nîşanî serbestberana kesên êrîşa zayendî, dizî û qaçaxtiya hişbirê kirine dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê girtiyên siyasî bên berdan. 
 
‘Divê dewlet adîl tev bigere’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin divê dewlet di mijara serbestbardanê de girtiyên siyasî cuda neke û wiha dewam kir:”Ev cudatî ew ê bibe sedema êşandina civakê. Divê dewlet adîl tev bigere. Di bikeyskirina zagona înfaza ceza de divê di destpêkê de xwendekar, rojnameger, akademisyen, mamoste, parlamenter bên berdan. Serbestberdana kesên jin qetil kirine, dizî kirine, qaçaxtiya hişbirê kirine nayê qebûlkirin. Ev biryar bandorek erênî li ser aştiya civakê nake.”
 
‘Divê girtiyên siyasî serbest bên berdan’
 
“Li girtîgehan li ser kapasitaya xwe girtî hene. Loma girtîgeha ji ber tenduristiyê cihekî gelekî xirab e. Talukeya belavbûna Virusa Korona li girtîgehan hîn zêde ye. Loma divê tedbîrek baş ji bo girtîgehan bên girtin. Divê girtiyên siyasî serbest bên berdan.”