‘Şaredariya AKP’ê bi diravan dezenfektê dike’

  • 09:14 26 Adar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunç, derbarê avakirina Maseya Krîzê ku li navend û navçeyên Şirnexê hat avakirin de axivî û got: "Niha xebateke ber bi çav nayê kirin, ji bo vê jî me Maseya Krîzê ava kir û em ê xizmetê bidin gel. Şaredariya Şirnexê bi pereyan xizmetê dide gel, ev tişt nayê qebûlkirin."
 
Vîrûsa Korona ku li bajarê Wuhan a Çînê derket holê û piştî demekê li cîhanê belav bû, ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ve wek pandemî hat îlankirin. Ji ber vîrusa Covîd-19 li cîhanê bû nêzî 19 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi nexweşiyê ketine roj bi roj zêde dibe. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, li dijî vîrûsa koronayê li navend û navçeyên xwe di 19’ê adarê de Maseya Krîzê ava kiribû. Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunç di derbarê avakirina maseya krîzê, xebatên xwe û pêvajoyê de nirxandinan kir.
 
‘Divê kal û pîr baldartir bin’
 
Guler, anî ziman ku li nevend û navçeyên xwe maseyên krîzê ava kirine û di vê maseya krîzê de 8 kes cih digirin û wiha got: “Ji her sazî û dezgehekê de hevalek cih digire. Vîrûsa koronaya ku derketiye holê û li hemû cihanê belav bûye gihiştiye astek herî zehmet. Roj bi roj hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Ji ber vê jî li dijî vê vîrûsê xebatan bikin divê milê civakê bidin rûniştandin. Lewra jî me vê kordîneyê ava kir. Kordîneya me ji KESK, Odeya Bijîjkan, SES, ÎHD û ji saziyên din pêk tê. Derbarê vê nexweşiyê de em gel agahdar û hişyar dikin. Divê civak û bi taybetî jî kesên kal û pîr pir baldar bin li hemberî vîrûsê.”
 
‘Şaredariya Şirnexê bi diravan dezenfekte dike’
 
Guler, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li herema Botanê Şirnexê şereke taybet tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Beriya 5 salan li vê derê şerê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Ji wê rojê vir de şerê taybet hîn berdewam dike. Şaredariya Cizîrê ku qeyûm hatibû tayînkirin bajar dezenfekte û paqij nake. Qeyûmê bi tenê saziyên girêdayî AKP’ê û dibistanan dezenfekte û derman kiriye. Gel bi rêya telefonê li me digerin û li ser vê yekê rexneyên wan gelek zêde ne. Qeyûma Cizîrê ji bo gelê navçeyê tiştê ku pêwîste nake. Cihek wek Cizîrê ku 150 hezar nifûsa wê heye ne otogar, ne dolmûşên nav bajêr û ne jî rawestgeh hatin dezenfektekirin. Her wiha tax û kolan nayên paqij kirin. Qeyûma Şaredariya Cizîrê tendûristiya gel piştgûh dike û ji bo gel tu tiştî nake. Her wiha Şaredariya Şirnexê ku di destê AKP’ê de ye bi 70 an jî 100 TL yan dezenfekte dike. Ev jî nîşan dide ku şaredariya AKP’ê çawa giringiyê dide tendûristiya gel. Em bang dikin ku ne ji bo dirav û berjewendî ji bo gel bixebitin. Bi taybetî li Şirnex û navçeyên wê şerê taybet hîn jî dimeşe. Ev şerê qirêj tu carî li ser gelê Botanê ranebû. Bi vî nexweşiya koronayê ve me êrîşên îktîdara AKP’ê dîsa dît. Şaredariya AKP’ê bi gel re danûstandinê nake. Pêwîstiya gel ew e ku kolan, kuçe, otogar, dolmûşên nav bajêr û hewd bên dezenfekte kirin. Em wek maseya krîzê jî li dijî vê tiştê ne û em ê sekna xwe bidin nîşandan.”
 
'AKP jî li dijî kurdan şer dike’
 
Guler, bal kişand ser qeyûmên ku tayînê şaredariyên Êlih, Erxenî, Farqîn, Lîce, Gêlê, Norşîn, Halferî û Ciwanîkayê hatin kirin û wiha got: “Dijminatiya AKP’ê ya li ser kurdan tu carî neqediya û di vê pêvajoya koronayê de jî qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê kir. Di vê pêvajoyê de jî nîşan da ku çawa dijminê kurda ne. Li hemû cîhanê gel li dijî vê nexweşiyê têdikoşin, desthilatdariya ku niha hatiye pelçiqandin dest dide ser şaredariyên me û vîna gel xesp dike. Cihan li dijî koronayê şer dike, AKP jî li dijî kurdan şer dike. Ev jî pelçiqandina AKP’ê nîşan dide. Em ev qeyûmên ku tayînê şaredariyên me hatine kirin qebûl nakin. Îktîdara AKP’ê vê pêvajoyê ji xwe re wek firsendek dît. Tiştê ku ji me re pêwîst ew e ku li hember vê neşxweşiya korona têkoşîna xwe berdewam bikin. Ger ku tendûristiya me baş be dê em ê bikaribin li hember van êrîşan jî li ber xwe bidin. Çawa em li hember îktîdara AKP’ê şer dikin bi ser dikevin, em ê li dijî vê nexweşiyê jî li ber xwe bidin.”
 
‘Çi ji destê me bê em ê bikin’
 
Guler, herî dawiyê bang hemû şêniyên Cizîrê kir ku li dijî nexweşiya koronayê tedbîrên xwe bigirin û baldar bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek maseya krîzê çi ji destê me bê em ê bikin. Çi pêwîstbe em ê bikin. Lê daxwaziya me gel ew e ku heta pêwîst neke ji malên xwe dernekevin. Rih û can gelek şêrîne. Xweza jî ew qas şêrîne. Lê belê di vê demê de xwezaya me, rih û canê me divê malên me de be. Tu carî hêviyên xwe winda nekin.”