‘Nezelalbûna saziyên tenduristiyê rê li ber xetereyê vedike’

  • 09:08 26 Adar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê hejmara kesên ji vîrusa korona bi bandor bûne û çend kes ji ber vê hatine definkirin nayê zanîn. Midûriyeta Tenduristiya Îzmîrê jî di vê mijarê de hem welatî û hem jî sendîkayan agahdar nake. Li gorî agahiyan li Karşiyakayê nexweşekî bi koronayê ketiye çûye hekîmtiya malbatî û eczaneyê û piştî vê jî ev der xistine bin karantînayê, dezenfekte kirine û ji nû ve vekirine. Di çapemeniya civakî de jî dîmenên ku li Navenda Tenduristiyê ya Hejmar 4 a Evka ya Hejmar 7 a Bornovayê vîrusa korona heye derketibû holê û li Goristana Dogançay jî dîmenên definkirina kesên ji ber vîrusê mirine, derketin holê.
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ya Îzmîrê Nursel Yucel der barê mijarê de axivî û diyar kir ku wê KESK bi midûriyetên Lijneya Tenduristiyê re pêncşem (îro)hevdîtinê bike û got daxuyaniya wezareta tenduristiyê ya der barê performansê de jî mirovan diêşîne.
 
‘Nayê zanîn ku çend kes bi bandor bûne an jî mirine’
 
Nursel Yucel diyar kir ku Midûriyeta Tenduristiyê wan agahdar nake û daxwaza randevuya wan jî red dikin û got ew wê îro hevdîtinê bikin lê saeta wê ne diyare û got: “Her roj wezaret berê me didin kesên bi yên pozîtîf re ketine têkiliyê. Lê em dizanin çend kes pozîtîf in. Nezelalbûna Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar xetereya herî mezine. Em nizanin ked kes in, çend kes di karantînayê de ne, çend kes mirine an jî baş bûne. Cenaze bi veşarî tên definkirin. Ji ber hejmar kêm tê gotin gel jî cidî nagire. Divê pergala tenduristiyê agahiyên rast parve bikin.
 
‘Xebatkarên tenduristiyê bi fikarin’
 
Nuselê destnîşan kir ku xebatkarekî tenduristiyê xistine bin karantînayê û ji ber ekîpman qelsin xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de ne û got: “Kumanyenên tên belavkirin têr nake û li hinek cihan jî nayê dayîn. TTB’ê der barê xebatkarên tenduristiyê de anket da destpêkirin. Rûpûşên N-95 hene lê bi sînorin.”
 
Nurselê balkişand ser daxuyaniya wezareta tenduristiyê ya ku wê performansa xebatkarên tenduristiyê ji ser ji sedî sed binrixînin û got: “Ev daxuyanî bi fikare. Em ne di derdê vê performansê de ne. Ne jî nirxandina vê performansê erê dikin. Ev li dijî etîka kar e. Derdê me hemûyan jiyan û jiyankirine. Divê nirxandina performansê bê rakirin û qanûna der barê şîdeta di tenduristiyê de bê derxistin.”