Malbatên girtiyan: Divê zarokên me bi lez bên berdan
- 09:04 26 Adar 2020
- Rojane
Şehriban Aslan-Zeynep Durgut
AMED - Malbatên girtiyan û xizmên wan diyar kirin ku di pêvajoyeke wiha de qadên herî bê ewle girtîgeh in û gotin, "Zarokên me bi derfetên herî kêm hewl didin ku xwe biparêzin."
Ji ber vîrusa korona(Kovid-19) li gelek welatan, hukumxwar û girtî ji girtîgehan hatın berdan û çûn malen xwe. Lê li Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên nexweş hene û ji van kesên ku rewşa wan a tendûristiyê di asta herî jor bi heter e ji zede ne. Der barê serbestberdana girtiyan de heta niha ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve bi tu awayî xebat nehatine destpêkirin û ji bo ewlekirina tendûristiya girtiyan tu gavên girîng nehatine avêtin. Malbat û xizmên girtiyên li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê der barê rewşa xizmên xwe de axivîn û gotin ku ew ji tendûristiya xizmên xwe bi fikar in.
Amûrên paqijkirinê pir kêm in
Xizmen girtiyan diyar kırın ku dema ew bi telefonê bi xizmên xwe re diaxivin ji wan re dibejin, "Em bi awayeke hesas nêz dibin û em li gorî berê niha di qatan paqijiyê dikin. Amûrên paqijkirinê li vir pir kêm in. Pereyên ku bi PTT tên şandin gelek dereng ji me re tên."
"Bila bihêlin ku zarokên me werin malê"
Dayika Mihemed Kartal, Afife Kartal destnîşan kir ku ew pir baş dizanin ku şert û mercên girtîgehê ne guncavin û ev tişt got:"Ger ku cihê em dibînin evqas qirêj be niha qawişên wan zêditir qirêjin. Em ji ber wê bi fikar ın. Cerdevan, leşker dikevin hundurê girtîgehê û diçin derve em ditirsin ku bi xwe re vîrûsê bibin. Dibe ku kesî eleqedar neke, lê malbat di rewşek pir dijwar de ne, tenê daxwaza me ev e ku zarokên me yên girtî dimînin werin mala xwe heta ku ev nexweşî diqede. Daxwaza me tenê ev e ku zarokên me li malên xwe yên bi tendurist bimînin. "
'Divê tedbîr bên girtin'
Dayika girtiyê Ugur Boztaş, Meyaser Boztaş jî diyar kir ku wan di axaftina bi têlefonê de bi kurê wê re xwestine di derbarê vîrûsê de tedbîr bigirin, lê tu tedbîr nehatin girtin. Meyaser got, "Ji bo mebestên pêşîlêgirtinê tiştek nîn e. Ew hewl didin ku bi derfetên xwe xwe biparêzin. Ew bi hevre xwarin naxwim û bi hevre narûnin. Em difikirin ka gelo ew çawa dikare bi vî rengî biçe? Em xemgînin ku zarokên me niha di vê rewşê de ne. Divê tedbîr bigirin. Ez nizanim çi bêjim lê ez dikarim bibêjim, divê em dengê girtiyan bidin bihîstin."
'Divê di vê pêvajoyê de li girtîgehan nemînin'
Dayika Muhammet Gul Nurten Gul jî got: "Me telefonî zarokên xwe kir. Em nema dikarin tiştek bikin. Em nizanin ew di çi rewşê de ne, em ji tenduristiya wan bi gûmanın. Wekî dayikekê,ez ji hêla kurê kurê xwe û hevalên wî ve pir bi fikar im. Divê di vê pêvajoyê de li girtîgehê nemînın."
'sedema belavbûna nexweşiyê dewet e'
Xuşka girtiyê bi navê Ferhat Kaya Berçem Kaya jî anî ziman ku ger tiştek bê serê girtiyan dewlet ji vê berpirsyare û got:"Li zindanan berhemên paqijiyê kêmin, av kêm e û pir kêm jî ava germ tê dayîn. Dewlet nikare ji bin vê berpirsiyariyê bi hêsanî derbikeve. Ger ev nexweşî li girtîgehan belav bibe sedemê vê dewlet e. Em dixwazin bi lez û bez girtîgeh bên valakirin. "
Xwişka girtiyê bi navê Serdar Yanik Tevger Yanik jî destnîşan kir ku ev ne kareset e û mafê jiyanê yê her kesî ye.