Bihar xemla salê ye

  • 09:01 26 Adar 2020
  • Rojane
Xezne Celal/Dîcle Demhat
 
KOBANÊ - Jinên Kobanê bi hatina biharê re hestên xwe wiha vegotin: "Di demsala biharê de pelên daran, gul û kulîlk vedibin. Bihar li gundan wateyeke cuda diafirîne. Ji ber vê yekê gelek kesên li bajêr dijî demsala biharê li gundan derbas dikin."
 
Bihar demsaleke salê ye û ji mehên Adar, Nîsan û Gulanê pêk tê. Li Kurdistanê demsala biharê bi taybetî bi cejna Newrozê her dem hatiye pîrozkirin. Bihar demsala herî xweş a Kurdistanê ye, xweşikbûna bêdawî, demsala kulîlk û giyayan, pêkhatina hêviyan, ronahiya çavan, bêhna gul û kulîlkên ku li çar aliyan belav dibe ye. Bi hatina biharê re li her buhista axê, dar û ber şîn dibin.
 
Bi hatina demsala biharê re, xweza zindî dibe û kêfxweşî li ser rûyê her zindiyekî zêde dibe. Ji ber ku bihar demsala vejînê ye. Di biharê de bi taybetî jî meha adarê, yek ji mehên ku şilahî zêde ye. Bi vê şilahiyê re zindî ji nû de geş dibin, dar şîn dibin û kulîlk vedibin. Bi barîna her dilopeke baranê re bi hezaran bişkuv pelçimên xwe vedikin. Gerdûn bi her awayî di biharê de dixemile. Lê herî zêde xaka Kurdistanê para xwe ji vê xemilê digire. Ji ber ku bihara herî xweş a vê cîhanê jî ya Kurdistanê ye. Gelek helbestvanên bi nav û deng Kurdistanî ne, kurdewar in, evîndarên xwezayê ne. 
 
Herî zêde jin nêzî demsala biharê ye. Ji ber ku kenê li ser rûyê her jinekê bi bedewiya biharê re diherike. Jin û demsala biharê xwediyê heman enerjiyê ne.
 
Bi hatina demsala biharê re gundên Kantona Kobanê careke din hatin xemilandin. Gîha şîn dibe, pelên daran vedibin, gul û kulîlk axa Kobanê geş dikin.
 
Jinên Kobanê bi hatina biharê re hestên xwe ji ajansa me re parve kirin.
 
'Demsala biharê avakirina jiyana komînal a jinan e'
 
Jina bi navê Celîla Evdî ya ji gundê Ziravikê destnîşan kir ku demsala herî xweş bihar e û got: "Bi hatina biharê re me li gundê xwe şitlên sebzeyan çandin û piştî demekê em ê bîstan biçînin. Bihara gundan ji ya bajaran xweştir e ji ber ku li gundan her der şîn dibe. Dema ku tava biharê hiltê em û jinên gund li hev kom dibin û sohbet dikin. Berê demsala biharê ji dema niha xweştir bû, niha ji ber êrîş, gefên dewleta tirk û hevkarên wê, ji ber belavbûna Vîrusa Korona yaa li cîhanê, bihar bê wate bûye, tu wate ji biharê re nema ye."
 
'Bihara gundê me xweş e'
 
Dayika bi navê Emûş Ehmed a ji gundê Ziravikê teqez kir ku biharên berê ji yên niha xweştir bûn û wiha domand: "Berê xêr û bereketa zivistanê pir bû, baran û berf pir dibariya ji ber wê jî bihareke bi xêr û bereket dihat. Îsal di demsala zivistanê de baran kêm bariya ji ber vê yekê tê texmînkirin ku mewsima îsal ne zêde baş e. Lê dîsa jî bihar li gundê me xweş e."
 
'Vîrûsa Korona dibe sedema ku em wek berê bi biharê şad nebin'
 
Jina bi navê Gulê Elî ya ji gundê Donxiza mezin e bi hatina biharê re wiha got: "Em sibehê karê xwe yê rojane dikin û piştre jî li ber tava biharê roja xwe derbas dikin. Berê li gundan kar pir bû, lê niha zêde kar li gundan tune ye. Ji ber belavbûna vîrûsa Korona li cîhanê dibistan hatine girtin û qedexeya derketina derva hatiye îlankirin. Vîrûsa Korona dibe sedem ku em wek berê bi bihara gundê xwe şad nebin. Bihara gundên me ji yên aliyê Rojhilatê Kobanê xweştir e ji ber ku çemê Firatê nêzî me ye."
 
'Bihar bi gul û rengên xwe xweş dibe'
 
Jina bi navê Nadya Osman Bekî ya ji gundê Boraz wiha hestên xwe di derbarê biharê de vegot: "Bihar li gundê me xweş e. Di demsala biharê de pelên daran, gul û kulîlk vedibin. Bihar bi gul û rengên xwe xweş dibe. Di biharê de em dar, gul û bîstan diçînin. Di biharê de gelek cureyên gihayan jî çêdibin, em ji du-sê rojan carê pincar kom dikin û dikin xwarin, ji bo tenduristiya mirov jî baş e. Ji ber ku gundê me li ber çemê Firatê ye derfetên li gel me heyî ji yên gundên Rojhilatê Kobanê zêdetir in. Îsal jî wek her sal em li bendê bûn ku di biharê de Newroza xwe pîroz bikin, lê ji ber Vîrusa Korona me nedikarî wek her sal pîroz bikirina, lê dîsa jî me li ber deriyê mala xwe agirê Newrozê geş kir."
 
'Bihar sala par xweştir bû'
 
Di dawiya de jina bi navê Hesna Elî ya ji gundê Borazê diyar kir ku di biharê de jinên gund bi hevdu re tolikê kom dikin û wiha pê de çû: "Bihara îsal xweş e, gul û kulîlk vebûne. Bihar li gundan wateyeke xwe heye ji ber vê yekê gelek kesên li bajêr dijî demsala biharê li gundan derbas dikin. Bihar sala par xweştir bû. Bihar ji bo Gelê Kurd wetayeke xwe heye ji ber ku di biharê de cejina Newrozê tê pîrozkirin. Îsal jî me li mala xwe Newroza xwe pîroz kir."