ROJEVA 26’Ê ADARA 2020’AN

  • 09:00 26 Adar 2020
  • Rojev
* Jinên Kobanê bi hatina biharê re hestên xwe wiha vegotin: "Di demsala biharê de pelên daran, gul û kulîlk vedibin. Bihar li gundan wateyeke cuda diafirîne. Ji ber vê yekê gelek kesên li bajêr dijî demsala biharê li gundan derbas dikin." BI DÎMEN
 
* Parlementerên HDP’ê  der barê tayinkirina qeyûman de nirxandin kirin û gotin ku tayinkirina qeyûman tunehesibandina  tendûristiya gel e û li dijî polîtîkayên dijminane ew ê li her derê tendûristiya gel biparêzin.  
 
* Li Îzmîrê hejmara kesên ji vîrusa korona bi bandor bûne û çend kes ji ber vê hatine definkirin nayê zanîn. Midûriyeta Tenduristiya Îzmîrê jî di vê mijarê de hem welatî û hem jî sendîkayan agahdar nake. Li gorî agahiyan li Karşiyakayê nexweşekî bi koronayê ketiye çûye hekîmtiya malbatî û eczaneyê û piştî vê jî ev der xistine bin karantînayê, dezenfekte kirine û ji nû ve vekirine. Di çapemeniya civakî de jî dîmenên ku li Navenda Tenduristiyê ya Hejmar 4 a Evka ya Hejmar 7 a Bornovayê vîrusa korona heye derketibû holê û li Goristana Dogançay jî dîmenên definkirina kesên ji ber vîrusê mirine, derketin holê.
 
* Ji ber belavbûna vîrusa koronoyê ji bo girtîgehan biryara qedexeya hevdîtinê hatibû dayîn. Elîf Turan girêdayî biryarên hatine girtin û ewlehiya girtîgehan de wiha axivî: “Qedexekirina hevdîtinê ne çareserî ye û ewlehî di asta herî jêr de ye. Ji bo zindan nebin goristan divê bi lez girtî bên berdan.”
 
* Malbatên girtiyan û xizmên wan diyar kirin ku di pêvajoyeke wiha de qadên herî bê ewle girtîgeh in  û gotin, "Zarokên me  bi derfetên herî kêm hewl didin ku  xwe biparêzin."
 
*Endama TTB MK’ê Selma Gungor diyar kir ku yek ji sedema belavbûna vîrusa korona ya li Tirkiyeyê ev e ku ji meha Kanûnê de der barê kesên ji derveyê welat hatine de kontrol û karantîna pêk nehatiye û polîtîka hikûmetê ya der barê vîrusê de rexne kir û got hemû berpirsyarî ji doktoran re hatiye hiştin.
 
*33 xwendekarên ku li Zanîngeha Mersînê bîranîna nivîskarê netewperest Huseyîn Nîhal Atsiz protesto kirin, bi giştî rastî 300 sal cezayê girtîgehê hatin. Ji xwendekaran S.N wiha got: “Di encama ku pergala edeletê rast pêk nayê de em îro bedelê didin.”
 
* Cigira Seroka Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Sema Ozelasi diyar kir ku ji ber sedema vîrusa korona neçar mane navber bidin xebatan û got: “Em ji ser înternetê derbasî perwerda ji dûr ve dibin. Niha em amadekariyên xebatan dimeşînin.”
 
* Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunç, derbarê avakirina Maseya Krîzê ku li navend û navçeyên Şirnexê hat avakirin de axivî û got: "Niha xebateke ber bi çav nayê kirin, ji bo vê jî me Maseya Krîzê ava kir û em ê xizmetê bidin gel. Şaredariya Şirnexê bi pereyan xizmetê dide gel, ev tişt nayê qebûlkirin."
 
* Kesên bi navê Abdî T û B.T, li hember zaroka ku xizma wan bû êrîşa zayendî pêk anîn. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de gumanbar hatin girtin. Lê pismamê zarokê B.T. du meh şûnde bi ‘berdana bi kontrol’ hat berdan û ap Abdî T. jî hat girtin.
 
*Hin jin henin ku li ser erdnigariya xwe ji bo watekirina jiyan û ji bo azadiya jin û civakê bi têkoşîn û keda xwe de şop dihêlin. Wek ji wan jinên ku bi sekna xwe jiyanê de gelek tişt hiştin Nezahat Ulker bû.