'Efûya êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan nabe'

  • 16:23 25 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE -  Parastvanên mafên zarokan bertek nîşanî sererastkirina înfazê ya nû dan û diyar kirin ku “Efûya êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan nabe” û xwestin ku rapora ku di meha çileyê de pêşkêşî Komîsyona Edaletê ya Meclîsê kirine, li ber çavan bê girtin.
 
Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, Tora Parêzerên di Qada Zarokan de Dixebitin, Komeleya Astengkirina Îhmal û Îstîsmarkirina Zarokan jî di nav de 14 rêxistinên mafên zarokan, têkildarî sererastkirina înfazê ya nû di 3’yemîn Paketa Darazê de cih digirin daxuyaniyeke hevpar dan.
 
Di daxuyaniya hevpar de hat diyar kirin ku ji ber berdana kesên ku sûcên îstîsmarkirina zarokan kirine bi fikar in. Rêxistinan got ku “Efûya êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan nabe” û bang kirin ku rapora di meha çileyê de pêşkêşî Komîsyona Edaletê ya Meclîsê kirine, li ber çavan bê girtin.