Hunermendên Kurd ji bo girtiyan bang kirin

  • 15:42 25 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên Kurd ên li Ewropa û Tirkiyeyê ji bo girtiyên di zindanan de jiyana xwe ji dest nedin bang kirin ku herkes jib o wan dengê xwe bilind bikin. 
 
Rêxistinên mafên mirovan, xizmên girtiyan,siyasetmedar balê dikşînin ku Virusa Korona ji bo girtiyan talûkeyeke mezin e û xwestin girtî bên tehliyekirin. Bi navbeynkariya xizmên girtiyan Hunermendên Kurd ên li Ewropa û Tirkiyeyê ji bo girtiyan bang kirin. 
 
Bi pêşengiya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇN) bi videoyên bi dirûşma “Ji bo hemû girtiyan azadî” hatin weşandin hunermendan bang li rayedarên dewletê kirin. 
 
Hunermend Xanemîr, Hozan Kawa, Ehsan Xelîkan, Bengî Agirî, Şirîn Alma, Jiyan Arjîn, Zahîr Loran, Hozan Berbang, Şêrko Kanîwar, Yılmaz Guneyli, Selhat Gimgim, Kibar Suvari, Devrim Demir, Mesut Baskın, Neşet Guçmen, Ruken Bekalp, Hozan Dino, Avşin Adıguzel, Şahperi Alphan, Yavuz Akkuzu, Gıyasettin Şehir, Berfin Emektar, Ahmet Yılmaz, Azad Bedran Kızılkar, Pınar Aydınlar, Elvan Koçer, Ömer Baran ile İlham Bakır beşdar bûn. Di bangên ku bi kurdî û tirkî hatin kirin de ji bo girtî bên berdan peyama mezinkirina têkoşînê hat dayin. 
 
Hunermendan diyar kirin ku ji bo girtî jiyana xwe ji dest nedin divê bên berdan. Hunermendan diyar kirin ku dema virus li nexweşxaneyan bigere ew ê bibe sedema karesatek mezin.