Şaredariya Gel avê li şêniyên Til Temirê belav dike

  • 14:59 25 Adar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Şaredariya Gel a Navçeya Til Temirê dest bi belavkirina avê ya li şênî û koçberan kir. Hevseroka Şaredariyê got ku ew ji bo çalakgirina 3 bîrên avê dixebitin.
 
Dîsa dewleta tirk di 22'yê Adarê de ava stasyona Elok a Serêkaniyê ku niha di bin kontrola dewleta tirk de ye li ser nîv milyon kes, di nav de navçeya Til Temir, Hesekê û bi sedan ji gundewarê wê, qut kirin.
 
Îro Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê dest bi sarincên avê yên biçûk û mezin, dest bi belavkirina avê li şêniyên Til Temir, gundewarên wê û koçberên Serêkaniyê, Zirganê û gundewarê Til Temirê kir.
 
'Bîra Ên El-Ebid niha demkî ye'
 
Têkildarî vê mijarê jî Hevseroka Şaredariyê Zeyneb Eyo derbarê avê de wiha got: "Em ê li gorî komînan avê belav bikin. Niha bîrek li gundê Ên El-Ebid heye em avê ji wir derdixin û li gel belav dikin. Av jî ji xwarin û vexwarinê re jî dibe. Bîra Ên El-Ebid niha demkî ye."
 
'Em ê 3 bîrên avê bikolin'
 
Zeynebê diyar kir ku ew amadekariya kolandina 3 bîran dikin û wiha pê de çû: "Em niha amadekariya kolandina 3 bîrên avê dikin, paşê em ê wan bîran têxin ser şebekeya avê a Til Temirê û bi vî rengî jî bixin xizmeta şêniyên herêmê."
 
'Nebûna avê metirsiya Vîrusa Koronayê çêdikê'
 
Zeynebê wiha dawî li gotina xwe anî: "Di vê rewşa zehmet de nebûna avê li ser şêniyan tirsekê didê avakirin. Da ku em rê li ber vê yekê bigirin me dest bi belavkirina avê kir."
 
'Em spasiya şaredariyê dikin'
 
Vexriya Hisên yek ji şêniyên Til Nesrî ye wiha dibêje: "Ev sê roj in em bê av in. Em ji vîrûsa korona yê bi tirs in, eger av nebe em ê çawa li paqijiyê baldar bin. 3 roj in me firaqê xwe neşuştine. Em spasiya Şaredariyê dikin ku avê bê pere li me belav dike."
 
Hêjayî gotinê ye ku belavkirina avê wê dewam bike.