Hevşaredarên jin ên HDP'ê: Ji bo me tenduristiya gel girîng e

  • 14:36 25 Adar 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan
 
AMED - Li Tirkiyeyê vîrûsa koronayê her ku diçe belav dibe. Li dijî vîrûsê şaredariyên HDP'ê lezdan xebatên xwe. Hevşaredarên jin da zanîn ku niha tişta herî girîng parastina tenduristiya gel e. 
 
Li Tirkiyê vîrûsa koronayê (Kovid-19) her ku diçe belav dibe û encamên girantir jî bi xwe re tîne. Li gel belavbûna vîrûsa koronayê şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî lez dabûn xebatên xwe û li kolan, tax û kargehan dest bi dezenfekteyê kiribûn. Lê belê bi fermana Wezareta Karê Hundirin qeyûm tayînê şaredariyên Êlih, Farqîn, Licê, Gêl, Erxenî, Civanîka Sêrtê, Norşîna Bedlîsê û Xelfeliya Idîrê hatin kirin. 
 
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin hej nehatibû binçavkirin ji ajansa me re qala xebatên xwe kiribû. Her wiha hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik û hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ji ajansa me re qala xebatên xwe kirin. Hevşaredaran diyar kirin ji bo parastina tenduristiya gel seferberî îlan kirine. 
 
'Tîma ku ji 25 kesan pêk tê hat avakirin'
 
Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik têkîldarî xebatên şaredariyê de axivî û got:" Ji ber vîrûsa koronayê me di 13'yê Adarê de komîsyona  krîzê ya nû ava kir. Xebata me ya yekem jî avakirina tîmeke taybet ya ku 25 kesan pêk tê bû. Bi vê tîmê re, cihên ku bên dezenfektekirin hatin testpîtkirin û dest bi dezengfegteyê kirin. Em bi rêxistinên Civaka Sivîl ên li bajêr, Yekitiya Karkerên Tenduristî û Odeya Bijîşkan re dixebitin. Di çarçoveya xebatan de li rawestgeh, girtîgeh, dibistan, nexweşxaneyên giştî û taybet, avahiyên partiyên siyasî, termînal, otobus, bankê, wargehên leşkerî, komeleyên werzîşê, avahiyên ajansa nûçeyan ên herêmî û neteweyî, cihên kar, park, kargeh û saziyên sivîl hatin dezengfektekirin."
 
'Me biroşûrên tenduristiyê belav kirin'
 
Berîvan diyar kir ku destûr dane karmendên ku ji 60 salî mezintirin û wiha berdewam kir: "Agahiyên ku rayedarên dewletê parvedikin kêm in. Me ji bo hişyarkirina welatiyan xebatên dîtbarî amadekirin. Bilbordên hişyariyê hatin amadekirin. Her wiha kedkarên ku bi me re dixebitin re jî em dibin alîkar. Me destûr da malbatan yên ku zarokên wan biçûk in, yên ku nexweşin. Me broşûrên tenduristiyê jî belav kirin. Ji bo me tenduristiya gel ji her tiştî girîngtir e. Em dixwazin welatî li mal dernekevin û ji bilî rewşên mecbûrî." 
 
'Tîmên me bi şev û roj dixebitin' 
 
Hevşaredara HDP'ê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Kormaz hêj nehatibû binçavkirin, derbarê xebatên şaredariyê de wiha axibû: "Em li dijî belavbûna vîrûsê ketin nava tevgere û me xwest em hîn tedbîran bigirin. Di serî de em li ser paqijiyê sekinîn û me dest bi paqijiya bajêr kir. Cihên ku herî zêde welatî bikar tînin wekî mîzgeft û avahiyên sereke, otobûsên navçeyan, otobusên şaredariyê û rawestgeha trênê hatin paqijkirin. Me navendeke hevkar ava kir. Her wiha tîmên ku hatin avakirin şev jî dixebitin. Ji bo hişyariyê bernameyên radyoyê hatin amadekirin û di rojnameyê de agahiyên xwe parastinê hatin parvekirin."
 
Songul, di axatina xwe de bal kişand ser tedbîrên ku li şaredariyê hatin girtin û wiha dom kir: "Me destûr da karmendên ku ji 60 salî ne û kesên astengdar. Her wiha ji bo welatiyan pakêtên tenduristiyê û pakêtên xwarinê hatin amadekirin û piştre hatin belavkirin. Em bi saziyên tenduristiyê re dixebitin. Em bang li gelê xwe dikin ku bila li malê bin û dernekevin."
 
'Me xebatên xwe yên rojane betal kirin'
 
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî der heqê xebatên şaredariya Qersê de axivî û got ku di vê pêvajoyê de çi ji destê wan bê ew ê ji gel re bikin û got: "Piştî ku vîrûs belav bû me gelek biryar girt. Di çarçoveya xebatan de me dest bi paqijiya mizgeft, îstasyonên otobusê, navendên tenduristiyê, xaniyên xwendekaran, mînîbûs, avahiyên partiyên siyasî, îstasyona trenê, qereqol, pirtûkxane, mûzeyan kir. Her wiha em li ser hesabên xwe yên medyaya civakî û agahî didin û hişyariyan dikin."
 
Şevînê dawiya axaftina xwe de got ku dê xebatên berfireh bidin meşandin û wiha bi lêv kir: "Ji bo tişta herî girîn tenduristiya gel e. Em ê xebatên xwe bidomînin."